Kesên sivîl bi hevkariya Koalîsyonê hatin qetilkirin

Nûçegîhanê ANF’ê Ersîn Çaksû agahiyên dawîn ên qetlîama Serêkaniyê diyar kir.

Nûçegîhanê me Ersîn Çaksû li cihê ku dewleta Tirk a dagirker qetlîam kiriye, agahiyên dawîn par ve kir.

Çaksû got ku “Balefirên dewleta Tirk a dagirker li konvoya sivîlan da. Ev konvoy ji Cizîrê diçû Serêkaniyê.  Li gorî agahiyên ku hatine stendin, 11 sivîl şehîd bûne û 74 kes jî birîndar bûne. Konvoya gelê Cizîrê saet di 15.40’an de lê hate xistin. Hevalê me yê nûçegîhanê ANHA’yê Seed Ehmed di êrîşê de şehîd bû. Gelek rojnameger jî birîndar bûn.

Gel ê ku jin û zarok jî di nav wan de bûn ji bo xwedîlêderketina berxwedana gelê sivîl û ji bo li dijî dagirkeriyê derkevin, hatibûn Serêkaniyê. Her kes dizane ku ev konvoya sivîlan e. Kitekiteke din a girîng heye. Li ser herêma Hesekê û Til Temirê balefirên keşfê yên Koalîsyonê digeriyan. Ev jî diyar dike ku dewleta Tirk û hêzên Koalîsyonê bi hev re dixebitin. Malbatên kesên ku cîhan ji hovîtiya DAÎŞ’ê parastin îro hatin qetilkirin. Şervanên QSD’ê çeteyên DAÎŞ’ê têk birin lê îro malbatên şervanên QSD’ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.”