Yekîtiya Ragihandina Azad qetlîama li Serêkaniyê şermezar kir- NÛ BÛ
Yekîtiya Ragihandina Azad qetlîama dewleta Tirk a roja Yekşemê li Serêkaniyê li dijî konvoya ku sivîl û rojnamevan li xwe digirt şermezar kir.
Yekîtiya Ragihandina Azad qetlîama dewleta Tirk a roja Yekşemê li Serêkaniyê li dijî konvoya ku sivîl û rojnamevan li xwe digirt şermezar kir.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) êrîşa ku têde 11 sivîl şehîd û 8 jê zarok bi giştî 74 kes têde birîndar bû şermezar kir, nûçegihanê ANHA’yê Seed Ehemd û Mihemed Hise Reşo ê şehîd bûbû bibîr anî.
Daxuyaniya Yekîtiya Ragihandina Azad wiha ye:
"Karwanê destekdayîna mirovahiyê ya sivîlan, ku ji herêmên Cizîrê ber bi bajarê Serêkaniyê ve diçû, ji aliyê artêşa Tirk ve duh êvarê hate hedefkirin û di encamê de rojnamevan bûn qurbanî.
Di encama topbaranê de nûçegihanê ajansa HAWAR`ê Saed Ehmed û Mihemed Hise Reşo şehîd bû.
Rojnamevanên birîndar ev in:
Nûçegihanê ANHA`yê Mihemd Ekincî
Nûçegihanê ANF’ê Ersîn Çaksu
Nûçegihana Stêrk TV’yê Emel Yunis
Nûçegihanê North Pressê Dilsoz Dildar
Nûçegihan Yildiz û Rojbîn Ekîn
Rojemevan Abdreşîd Mihemed Mihemd
Nûçegihanê Rûdawê Huner Ehmed
Heta niha nehatiye diyarkirin bê ka rojnemevanên biyanî şehîd bûne yan na.
Em Yekîtiya Ragihandina Azad, sersaxiyê ji hemû heval û malbata hevrêyên xwe Seed Ehmed û Mihemed Hise Reşo re dixwazin, soza şopandina rêya heqîqetê didin û şîfaya xêrê ya lezgîn ji birîdarên hevalên xwe re dixwazin.
Em di dawiyê de êrîşên dewleta hov şermezar dikin û civaka navdewletî, çapemenî, dezgehên çapemeniyê berpirsyariya ku îro dewleta Tirk derheqê sivîl û rojnamevanan de pêk tîne, dibînin.”