Ji bo ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêrseke mezin şermezarbikin bi hezaran kes bi tevlîbîna endamên meclîs û saziyan ji destpêka Gundê Til Qreh ber bi kampa Serdem ve meşiyan.
Girse bi dirûşmeya ‘ dagiekerî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya komploya 9’ê cotmehê ya li ser Rêber Apo ye’, ‘werin em vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin’ ber bi kampa serdem ve meşiyan.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û şûnde axaftin hatin kirin. Endama Kongra Star Newroz Haşêm û endama Yekitiya Jinên Azad a Şehba Rîhab Cebo axivîn û di axaftinan de Hevrîn Xelef hemû şehîdan hatin bibîranîn û ev hate gotin:” Em ê heta serketinê li ber xwe bidin.”