Şêniyên cenazeyên şehîdan Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê Hevrîn Xelef, Ferhad Remedan endamê Partiya Sûriye ya Pêşerojê yên ku ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li ser rêya navdewletî li gel şervannên QSD’ê Kajîn Şiyar bi navê Emîr Rakan, Bîlal Til Mişhen bi navê Mislih Elî, Harûn Doşka bi navê Muaz Semar ên ku li Serêkaniyê di Berxwedana Rûmetê de, Salih Hemk ê ku li gundewarê Dêrikê di encama topbaran artêşa Tirk a dagirker de li ser Dêrikê şehîd bûbûn ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Endamên Partiya Sûriye ya Pêşerojê, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rûspiyên êlan, oldaran tevî bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî merasîmê bûn.
Şêniyan wêneyên şehîdan, al û sembolên Hêzên Sûriye Demokratîk,YPG û YPJ`ê hildan.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre li ser navê YPJ’ê Fermendar Kurdistan Xêrkî, ji Partiya Sûriye ya Pêşerojê endamê rêveber Samir Kebro, ji Tevgera Civaka Demokratîk endama rêveber Foze Yûsif, Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Asya Abdullah axaftin hatin kirin.
Endamê Rêveber ê Partiya Sûriye ya Pêşerojê Samir Kebro sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Guneha gelê me çi ye heta ku rastî êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê were. Çima bêhna xwîna ji herêmên me bi dawî nabin. Guneha şehîd Hevrîn a ku bûbû sembola biratiya gelan û aştiyê çi ye."
Foza Yusif jî got: "Erdogan aloziya xwe ya hundirîn derbasî herêmên me dike da ku li ser hesabê xwîna me û zarokên me dagir bike û êrîşên xwe yên hovane li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne."
Foza wiha domand: "Êrîşa Tirkiyê li ser herêmên me bi xwe kaniya xwînê û terorê ye. Wê di vê kaniyê de bimire. Tunekirina DAÎŞ`ê ne ji berjewendiya Erdogan e. Lewra DAÎŞ`ê nû yên li herêmê Erdogan û çeteyên wê ye."
Her wiha Asya Abdullah axivî û diyar kir ku şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker tenê têrê nake, divê li hember vê dagirkeriyê biserkinin û ji ber sûcên derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne wî darizînin.
Asya wiha domand: NATO şirîkê vê sûcê ye. Ji ber ku dewleta Tirk endama NATO`yê ye. divê ji bo sekinandina vê êrîşê bikevin tevgerê.”
Piştî bidawîbûna axaftinan nasnameya şehîdbûnê yên şehîdan ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin. Malbatên şehîdan ragihandin ku wê heta dawî li ser rêya têkoşîna û şervanên xwe bimeşin.
Dayîka şehîd Hevrîn, Suad Mihemed axivî û got armanca Hevrîn belavkirina aştiyê û biratiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û olan de bû, lê terorê bi serkêşiya Erdogan li hember rêya wê sekînin ji ber ku ev proje li ser artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xeter e.
Piştre şervanan cenazeyên hevalên xwe rakirin ser milan û li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.