Li eniya Girê Spî bîlançoya 13’ê Cotmehê

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê şerê li Girê Spî yê di 13’ê Cotmehê de bîlançoyek weşand.

Navenda Çapemeniyê got ku “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 13’ê Cotmehê de bi balefir û topan Girê Spî bomberdûman kiriye.

Saetên sibehê de, piştî bombebarana bêserûber, artêşa dagirker tevî bi hezaran çeteyên xwe ji 2 milan ve êrîşî bajar kirin. Piştî pevçûnên giran û êrîşên hewayî yên bêserûber gelek çeteyên artêşa dagirker a Tirk hatin kuştin. Di nav pevçûnan de ji ber tevgera bênavber a balafirên bê mirov, pêwendiya me bi hejmarek hevalên me re qut bû.

Di dahnê nîvro de artêşa Tirk a dagirker piştî bombebaraneke giran, bi tank û panzeran êriş bire ser bajaroka Silûkê. Di nav bajarok de demek dirêj pevçûnên giran qewimîn. Herwiha hêzên me li dijî komên çete yên ku dixwestin di herêma Nestelê de pêş bikevin çalakiyek pêk anîn, di encama çalakiyê de ev çete paş de reviyan. Piştî çalakiyê herêm bi balafirên şer û topan bi awayek dijwar hat topbarankirin. Hêzên me li dijî çeteyên ku dixwestin xwe di gundê Sikêriyê de bi cîh bikin çalakiyek pêk anîn. Dîsa li dijî konvoyek zirxî ya çeteyan çalakiyek hate li dar xistin. Di encama her du çalakiyan de herî kêm 10 çeteyên dewleta dagirker hatin kuştin, 3 panzer hatin îmhakirin û 3 çekên AK-47 ketin destê hêzên me.

Her wiha di encama kemîna çeteyên dagirker de ambûlanseke ku dixwest birîndarên sîvîl ji herêmê derxe hate revandin û tu agahî ji xebatkarên wê nehatin girtin.

Di encama berxwedan, pevçûn û bombebarana dijwar de bi giştî 6 hevalên me şehîd ketin û têkiliya me bi hin hevalên me re qut bûye.”