Artêşa Tirk a dagirker sivîlan qetil dike-NÛ BÛ II

Dema ku konvoyek ji Cizîrê diçû Serêkaniyê artêşa Tirk a dagirker li wan de. Gelek kes şehîd û birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker li konvoyekê da ya ku ji Cizîrê diçû Serêkaniyê. Gelek kes mirin û birîndar bûn. Ji hewa ve li konvoyê hate dayin. Rojnamegerên Fransiz û Brezîlyayî jî di konvoyê de ne.

Ji rojnamevanan kesên birînên wan giran hene.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Mehet Ekîncî li Serêkaniyê birîndar bû.

Li gorî agahiyê destpêkê 11 sivîl şehîd û 74 sivîl din jî birîndar bûne.

Bomberdûmana dewleta Tirk dewam dike. Ji ber vê mudaxeleyî birîndaran nayê kirin.