Bavê Seed: Çavê wî diqiriya

Şêxmûs Ehmed ê ku bavê rojnameger Seed Ehmet e yê di qetlîama Serêkaniyê de hate qetilkirin, got ku “Çavê wî yê ku rastî diqiriya, min bi destê xwe girt.”

Hevserokatiya Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm li ber nexweşxaneya Til Temirê ya ku gelek şehîd û birîndarên topbaran balafirên artêşa Tirk a dagirker ên komkujiya ku der heqê kerwana sivîlên ku berê xwe dabû Serêkaniyê pêk hatiye, daxuyaniyek kurt da. Ebdulrehîm teqez kir ku ruxmî ku artêşa Tirk a dagirker dizane ku kerwana sivîlan bû, lê dronên wê li ser kerwana difiriyan heya ku gihaşt Serêkaniyê. Li wir balafirên şer kerwan topbaran kirin. Ev jî teqez dike ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike komkujî û qirkirinên nijadî der heqê gelên herêmê pêk bîne.

Piştî daxuyaniyê bavê nûçegihanê ajansa ANHA’yê Seed Ehmed li hember girseya malbatên şehîdan û birîndar li ber nexweşxaneyê axivî û got: "Beriya van kêliyan min çavên kurê xwe Seed bi destên xwe girtin. Kurê min bi kameraya xwe bibû çavê rastiyê, êşên gelê xwe û komkujiyên li ber çavên cîhanê der heqê me de têne kirin radigand. Seed di rêya rastiyê de şehîd bûn. Îro roja şeref û rûmetê ye. Ez bavê Seed soz didim ku ez ê şopdarê rêya wî bim."

Îro nûçegihanê ajansa ANHA’yê Seed Ehmed dema kerwana sivîlan a ku diçû Serêkaniyê dişopand di encama hedefgirtina balafirên artêşa Tirk a dagirker kerwanê de tevî 10 sivîlên din şehîd bû û 74 kes din birîndar bûn.