QSD: Hedefa Tirkiyeyê qirkirina etnîk e

Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê qetlîama li Serêkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiye li pêş çavê cîhanê dixwaze gelên herêmê qir bike.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê qetlîama li Serêkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiye li pêş çavê cîhanê dixwaze gelên herêmê qir bike. QSD’ê diyar kir ku li Serêkaniyê 11 sivîl şehîd bûne û 74 sivîl jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk tevî çeteyên girêdayî xwe li pêş çavên cîhanê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir dike.

Artêşa Tirk a dagirker îro (13’ê Cotmeha 2019’an) li Serêkaniyê li konvoya sivîlan daye. Di vê konvoyê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûne.

Di konvoyê de gelê sivîl, rojnameger û Hêzên Ewlekariya Giştî hebûn ên ku sivîl diparastin. Dewleta Tirk sivîl û rojnameger kiriye hedef. Ev jî rastiya Tirkiyeyê diyar dike.

Ev êrîşên dewleta Tirk ên li pêş çavên cîhanê sûcekî mezin e. Dewleta Tirk hemû nirxên mirovayetiyê bin pê dike. Raya giştî ya navneteweyî berpirsê vê qetlîama Tirkiyeyê ye. Em bang li hêzên cîhanê dikin ku li hemberî qetlîama sivîlan bila têkevin nav hewldanan.”