'Li pêş çavên dinyayê bombe li sivîlan barandin'

Mîhrîcan Newaf Silêman ku ji êrîşa dewleta Tirk a li Serêkaniyê bi birîndarî rizgar bû, diyar kir ku Erdogan li pêş çavên dinyayê bombe li sivîlan barand.

Li Serêkaniyê dewleta Tirk a dagirker bombe li konvoya sivîlan barand ku ji herêma Cizîrê hatibûn û nûçegihanê ANHA'yê Seed Ehmed jî di nav de 11 kes şehîd bûbûn û herî kêm 74 kes jî birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran Mîhrîcan Newaf Silêman e ku li Nexweşxaneya Rahme ya Qamişloyê tê dermankirin. Ji ANF'ê re qala êrîşê kir.

Diyar kir ku ew ji Amûdê ji bo piştevaniyê hatin Serêkaniyê û got, "Ji bo em nîşan bidin ku Serêkaniyê bi tenê nîne, gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re ye em hatin Serêkaniyê. Ji bo bibin moral ji berxwedêran re yên li Serêkaniyê em bi coşeke mezin bi rê ketin. Di konvoyê de ne tenê Kurd hebûn, her wiha Ereb jî hebûn. Me gotin ku em Serêkaniyê bi tenê nahêlin û em bi rê ketin. Ji bo piştevaniya gelê li Serêkaniyê bikin em bi rê ketin. Mirovên di konvoyê de hema bêjin hemû extiyar bûn. Di nava wan de ya herî ciwan ez bûm û em hemû sivîl bûn. Di nava me de şervan nebû."

'BI KUŞTINÊ HÛN NIKARIN ME BIQEDÎNIN'

Mîhrîcan Newaf Silêman diyar kir ku armanca Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan qirkirina gelê Rojava ye û got, "Erdogan dibêje 'Armanca me tinekirina terorîstane'. Em terorîst nînin, em gelên li vê xakê ne. Armanca bingehîn a Erdogan tinekirina sîstema xweseriya demokratîk e ku gelên kurd, Suryan û Ereb bi hev re lê ne. Dixwaze dijminatiyê bixe navbera gelên Kurd, Suryan û Ereb. Tevî ku zanîbûn em kî ne û ji ku hatine bi balafirên şer êrîşî me kirin.

Ji tevahiya dinyayê û rêxistinên mafên mirovan re dibêjim; li pêş çavên we hemûyan bi balafirên şer sivîlan qetil dikin. Gelo hovîtiyeke bi vî rengî li ku devera dinyayê pêk hatiye. Heta niha hovîtiyeke bi vî rengî li me nehatibû kirin. Dinya li pêşberî vê hovîtiyê bêdenge. Ji bilî daxuyaniyê tiştekî nakin. Ji Erdogan re dibêjim; bi kuştinê tu nikare me biqedîne. Kurd wê xaka xwe biparêzin."

'BERXWEDÊR JI BO ME BÛN HÊZ'

Mîhrîcan Newaf Silêman destnîşan kir, şervanên QSD'ê yên ku li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ber xwe didin gelekî xurt in û got, "Ji bo ji şervanan re bibin hêz em çûbûn, lê belê ew ji bo me bûn hêz. Dewleta Tirk doh bi daxuyaniyan îdîa dikir ku wan Serêkaniyê bi dest xistine. Lê belê daxuyaniyên wan hemû derew bûn. Serêkaniyê hîn jî di kontrola şervanên QSD'ê de bû.

Bila vê yekê baş znaibin; ji ber ku em çûn Serêkaniyê ti carî ne poşmanin. Em gelekî kêfxweş bûn û şervan bûn hêz ji bo me. Divê em van komkujiyên dewleta Tirk qebûl nekin. Bombe li sivîlan, li mirovên extiyar tên barandin. Bila xwedê mafê şehîdan û birîndaran ji Erdogan re nehêle."