Kobanê li dijî 4 qereqolên Tirk çalakî hate kirin

Şervanên QSD’ê li dijî 4 qereqolên li ser sînorê ku dikeve pêşberî Kobanê çalakî kirin.

Berxwedana Rûmetê ya şervanên QSD’ê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker dewam dike. Şervanên QSD’ê yên bersiv didin êrîşên dewleta Tirk li dijî qereqolên Tirk ên dikevin ser xeta sînor a li pêşberî gundê Gultepe çalakî kirin.

Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndar ên leşkerên Tirk nehate zelalkirin, hate dîtin ku gelek ambûlans ketine qereqolê.

Li dijî qereqola dikeve pêşberî gundê Qeremoxê jî çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de jî hejmara kuştî û birîndarên Tirk nehate zelalkirin, li qereqolê ziyanên madî pêk hatin.

Di heman demê de li qereqola li pêşberî Bersînmilê jî hate xistin. Di vê çalaiyê de gelek leşker hatin kuştin.