Pedersen: Divê operasyon rawestin

Nûnerê Taybet ê NY a Sûriye Geîr Pedersen anî ziman ku operasyonên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîzên mirovî kûrtir dike, banga rawestandina operasyonan kir.

Nûnerê Taybet ê NY a Sûriye Geîr Pedersen ji bo hevdîtinên bi Komîteya Destûra Bingehîn a li bendê ye ku dawiya meha Cotmehê li Cenevreyê bê kirin li Şamê rêze civîn kirin.

Nûnerê Taybet ê NY a Sûriye Geîr Pedersen ê piştî civîna bi Wezîrê Karê Derve yê Sûriye Valîd el Mûalem û şûnde daxuyaniyek kurt da çapemeniyê, diyar kir ku divê operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk bên sekinadin. Pedersen fikarên xwe yên li ser krîzên mirovî yên ji ber operasyonên leşkerî pêk tên nîşan da û got: “Gelek mirovan jiyana xwe ji dest da, ji 160 hezar kesî zêdetir ji cihên xwe koçber bûn.

Pedersen ê ji bo dawîkirina şer banga çareseriya siyasî kir, anî ziman ku li gorî plansaziyê wê civîna komîteya destûra bingehîn di dawiya meha Cotmehê de pêk bê.