Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîman hatin veşartin

Bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê cenazeyên 3 şehîdên Berxwedanê Rûmetê yên li gundên derdora Girê Spî li dijî êrîşên artêşa Tirk de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê veşatin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê cenazeyên şehîdên bi navên Mihemed Abdî, Merwan Tirkî, Mihemd Şaban ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmekê veşartin.

Girseya gel ji ber nexweşxaneya leşkerî kom bûn û cenazeyên şehîdan girtin û ber bi goristanê ve ketin rê. Girse ji gel, endamên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û saziyên sivîl pêk dihat.

Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir, pişrte jî li ser navê Komîteya Dîplomasiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê Kobanê, endama komîteyê Eyşê Efendî axivî û got divê em li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê asta berxwedan û têkoşîna xwe xurtir bikin û wiha pêde çû: "Êdî artêşa Tirk çekên kîmyewî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne, divê em li xwe vegerin û li dijî êrîşên hovane rawestin."

Piştrehevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê Silêman Kayîşîş axivî û got artêşa Tirk a dagirker bi hemû çekên di nava cîhanê de qedexe ne, li dijî gel û şervanan bi kar tîne, ev jî nîşana têkçûna dewleta Tirk, her wiha got madam mîna van lehengan hene, wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê serkeftin para wan be.

Piştî axaftin bi dawî bûn, cenazeyên her sê şehîdan di nava dirûşan de hatin veşartin.