Li gundên Alya û Erbagînê 60 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin

Di şerê navbera şarvanên QSD’ê û leşkerên Tirk û çeteyên wê yên li gundê Alya û Erbagîn a girêdayî Til Temir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimî de, 14 westayîtên leşkerî hatin derbkirn, 60 dagirker hatin kuştin.

Di êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şerê dijwar rû didin. Di şerê li gundên Alya û Erbagîn ên Til Temir de ku navbera şervanên QSD’ê û leşkerên Tirk û çeteyên wê de rûdabûn, 60 leşker û çete hatin kuştin, tankek hate rûxandin.

7 pîkab li gel 7 panzer hatin rûxandin. Wesayîteke zirxî ya ku leşker vediguhêze kete destê şervanên QSD’ê.

Li gel êrîşa artêşa Tirk a bi obus û tankan, bi 7 panzer û 7 pîkaban birîndarên xwe ji herêmê rakir.