Artêşa Tirk û çeteyên wê ji sê baskan ve êrîşî Serêkaniyê dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji sê baskan ve bi dijwarî êrîş dibe ser Serêkaniyê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Serêkaniyê hatin girtin, leşkerên Tirk û çeteyên wê yên ji Rojhilatê Serêkaniyê heta rêya Til Temir êrîş kir, li aliyê Rojavajî ji aliyê rêya Til Xelef ve êrîş belav dibe.

Çavkaniyê ragihand ku ji sînorê Bakurê Kurdistanê ve jî êrîş bi dijwarî dewam dike, ev êrîş heta Hawarnê dom kir.

Niha artêşa Tirk û çeteyên wê ji sê baskan ve bi hewan, obus û tankan êrîşî Serêkaniyê dike.

Balafirên şer jî bi desteka balafirên keşfê carekî din bajar bombe kir.