Bijîşk Faris Hemo: Dewleta Tirk çekên qedexe bi kar tîne

Dewleta Tirk a dagirker ya ku nikaribû berxwedana li Serêkaniyê bişkîne, bi çekên fosforê êrîşî gelê Serêkaniyê kir. Dewleta Tirk êrîşî ambûlansan jî dike.

Bijîşkê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Faris Hemo ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk çekên qedexe bi kar tîne. Hemo diyar kir ku ji ber êrîşan ew her roj gelek birîndaran tedawî dikin û awayê birîndarbûna sivîlan diyar dike ku dewleta Tirk çekên çawa bi kar tînin.

Hemo diyar kir ku sivîl piranî ji ber topan birîndar dibin û got ku “Îro dema me birîndar derman kir me dît ku rewşeke cihê heye. Hê me fêm nekiriye ku ji ber kîjan çekê bedena birîndaran şewitiye lê em dikarin bibêjin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne.”