Ji bo birîndarên li Serêkaniyê banga alîkariya lezgîn hate kirin
Rayedarên siyasî û tenduristiyê yên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo birîndarên li Serêkaniyê banga destwerdaneke lezgîn a li rewşê kirin.
Rayedarên siyasî û tenduristiyê yên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo birîndarên li Serêkaniyê banga destwerdaneke lezgîn a li rewşê kirin.
Dewleta Tirk a dagirker bênavber bombardûmanê li Serêkaniyê dike û ji ber ku çekên kîmyewî bi kar tîne jiyana bi hezaran sivîlan di rewşeke metirsîdar de ye.
Heyva Sor a Kurd ji ber astengiya leşkerên Tirk nikarin dest li rewşa li herêmê werdin.
Heyva Sor ragihand ku bi hezaran sivîlên li herêmê di rewşeke metirsîdar de ne û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo birîndaran korîdoreke lezgîn ava bike.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl û Komîteya Tenduristiyê ya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo birîndaran banga lezgîn kirin.
Xelîl diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan jiyana bi hezaran sivîlên li bajarê Serêkaniyê xistiye metirsiyê û bang li hêzên pêwendîdar kir ku bi lezgînî dest li rewşê werdin.