Di 24 saetan de bi kêmanî 60 çete hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku di berxwedana şeranan a 24 saetên dawî de bi kêmanî 60 çete hatin kuştin, 40 jî birîndar bûne. QSD’ê ragihand ku di şer de jî 18 şervanên wan şehîd bûne.

Nnavenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku hêzên wan li eniyên Serêkaniyê û gundewarê Girê Spî de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. QSD‘ê got di roja 8‘an a berxwedanê de 20 alavên leşkerî yên dagirkeran hatin rûxandin.

QSD’ê ev agahî parve kir:

"Artêşa Tirk û komên terorîst ên wê bi bombebaran û topbaraneke xurt, êrîşa xwe dewam dike. Binpêkirin û kiryarên der mirovî yên li ser sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam in. Li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ber xwe didin û êrîşên wan têk dibin û paş ve dixin.

DÊRIK

Artêşa Tirk a dagorler û komên wê êrîşên xwe yên li ser sînor zêdetir dike da ku bajêr û gundên derdora wê û bi taybet gundê Carûdiyê dagir bike. Trtêşa dagirker gundê Xirab Reşkê bi çar topan ji hêla qereqola gundê Bablê yê sînorî kir armanc.

SERÊKANIYÊ

Ev e çar roj in li hemû eniyên Serêkaniyê bi awayekî xurt êrîş, bombebaran û topbarana berdewam dibe. Firokeyên keşfê ji esman nayên xwar, teknîkeka pêşketî û hezaran çete ve dewleta Tirk nikare gavekê jî bi pêş ve bê.

Ji saetên sibeha destpêkê ve û heta duh danê şevê jî, hêzên me bi hemû lehengî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çi bombebaran, top û êrîşên keşfê li ber xwe dane û êrîş têk birine. Di van şeran de gelek leşker û çete hatine kuştin.

Li aliyê gundê Menacîr, artêşa dagirker û çeteyên wê bi şev êrîşeke bejahî li ser gund kir. Li ser êrîşê şerek dijwar rû da. Di dema şer de bomberdûmana balafirên şer û tevgera firokeyên keşfê kêm nebûne. Di şer de gelek çete hatin kuştin lê hejmara wan nehate zelalkirin.

Li aliyê Alyayê jî dijmin bi zêdetirî 100 wesayîtên ku di nav de wesayîtên zirxî û tank hebûn, êrîş kir. Li gel vê jî firokeyên şer û keşfê jî her der bombebaran dikir, lê hêza me di cih de bersiv dan şer qewimî. Di vî şerî de 20 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û derbkirin. Her wiha 10 wesayît jî qada cengê reviyan. Wesayîteke zirxî ya leşkeran vediguhêze hatiye desteserkirin.

Di şer de 60 çete hatin kuştin, 40 birîndar bûn. Her wiha 18 şervanên me jî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, 7 jî birîndar bûn. Di encamê de êrîş hatin şikandin.

AMÛDÊ

Gundê Eradê û Ibrahîmiyê hatin tobparankirin û 4 sivîl birîndar bûn.

GIRÊ SPÎ

Li aliyê Eyn Îsa dagirkeriya Tirk hewl da bi aliyê rêya navnetewî ve bi pêş bikeve, lê hêzên me li gelek aliyan bi wan re ketin şer. Şer û bombebaran bi balefirên şer û keşfê dewam kir.

Hêzên me li dijî wesayîtên zirxî gelek çalakî kirin û bi dehan wesayîtên zirxî rûxandin, lê belê hejamara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk û çeteyên wê nehatin zelalkirin."