HRE: Li Efrîn, Mere û Ezazê bi kêmanî 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê r agihand ku di çalakiyên tolhildanê yên li Efrîn, Mere û Ezazê de bi kêmanî 3 çete hatine kuştin, 14 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di dîroka 13-15’ê Cotmehê de li Efrîn, Mere û Ezazê de rêzeçalakiyên tolhildanê lidar xistine.

HRE’ê ev agahî parve kir:

“13’ê Cotmehê yekîneyên me li gundê Birc Heyder û gundê Beradê yê girêdayî navçeya Şêrawa li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sekvanî lidar xistin. Di encama her du çalakiyan de çeteyek hate kuştin û 1 jî birîndar bû.

14’ê Cotmehê yekîneyên me li navenda bajarê Ezazê çalakiyekî sabotajê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lidar xistin, lê belê encama çalakiyê ne hat zelalkirin.

14’ê Cotmehê yekîneyên me li derdora gundê Til Medîq yê girêdayî herêma Şehba yê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Di encamê de 1 çete hate kuştin û 1 jî birîndar bû.

Di heman rojê de li bajarê Mare yekîneyên me li dijî artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê çalakiyekî sekvanî lidar xistin. Di encamê de 1 çete hate kuştin.

15’ê Cotmehê hêzên me li navenda bajarê Ezazê çalakiyekî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker lidar xistin. Di encamê de 12 çete birîndar bûn, ku ji wan 2 çeteyên birîndar rewşa wan girane. Her wiha di vê çalakiyê de ziyaneke madî gihişt artêşa dagirker.”