Cenazeyê şervanê QSD’ê Lorens Nihêtir spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Lorens Nihêtir ê di êrîşa dagirker ên artêşa Tirk de şehîd bûbû, li Şehîdgeha Tirl HEmîsê spartin axê.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Lorens Nihêtir ê di êrîşa dagirker ên artêşa Tirk de şehîd bûbû, li Şehîdgeha Tirl HEmîsê spartin axê.
Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û gundewarên wê cenazeya têkoşerê di nava QSD`ê de Lorans Nihêtir (Rûbar Til Hemîs) spartin axê. Şehîd Rûbar li bajarê Serêkaniyê dema parastina xwe ya rewa di Berxwedana Rûmetê de dikir, şehîd bûbû.
Girseya gel cenazeyê Lorans Nihêtir ji Saziya Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi Şehîdgeha li Til Hemîsê ve çû.
Piştî girse gihaşt goristanê merasîmê destpê kir. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamê meclîsê Abdulazîz Osman, li ser navê QSD`ê şervan Hec Ehmed El-Keyret û li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk hevseroka partiyê Eyşê Hiso axivîn.
Hevseroka (PYD) Eyşê Hiso axivî û got: "Dewleta Tirk êrîşî herêmên me dike, dewleta Tirk li Sûriyê û Rojhilatê Navîn xwedî berjewendî ye û dixwaze vê herêmê wekî kevirê domîno bilîzîne."
Her wiha Eyşê Hiso diyar kir ku dewleta Tirk dîsa êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û beramberî vê yekê bêdengiyeke navdewletî û cîhanî heye, lê belê ew dikarin bibêjin ku wan dîwarê bêdengiyê şikand, ji ber ku ew dibînin ku şermezarkirinên navdewletî, herêmî, dewletên Erebî û Komkara Erebî ku heta niha ne tenê helwesta xwe anî zimên, lê belê êrîş şermezar jî kirin û encmên van şermezarkirinan serkeftinên Berxwedana Rûmetê ye.
Eyşê bibîr xist ku li Serêkaniyê û Girê Spî şerekî giran tê meşandin, çete û bermahiyên DAÎŞ`ê yên ku destên wan di êrîşan de hene, ji ber em dizanin ku êrîşên niha rû didin, nefesê dide DAÎŞ`ê.
Eyşê di berdewamê de got kesên ku di hembêza Stenbol û Enqereyê de rûniştine, nikarin nûnertiya mafên gelê Sûriyê bikin û wiha pêde çû: “Ji roja yekemîn a sala 2011`an ve, em banga diyalogên Sûrî-Sûrî dikin. Hêj hemû hevpeyman li Sûriyê çi hevpeymana Cenevre be yan jî Astanayê ku Rûsya, Îran û Tirkiyê têde aliyên sereke ne, banga vê yekê dikin, dema Tirkiyê ev rêgeh ferz kir, ji bo berjewendiyên xwe bû, armanek ji armancên Astanayê, dagirkeriya Efrînê bû û herêmên bi navê qaşo bêçek e û rewabûna dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re ye.
Eyşê di dawiya axaftina xwe bal kişand ser hevpeymana di navbera QSD`ê û artêşa Sûriyê de ku hevpeymaneke têkildarî qada leşkerî ye, anku wê kar û xebat wekî Rêveberiya Xweser bimîne, her wiha dizanin ku di qada siyasî de ew pêşniyara diyalogan dikin, ev jî ne ji lawaziyekê tê, ji ber serweriya dewleta Sûriyê ji erka wê ye ku parastina sînor bike, ji roja yekemîn ve ew vê yekê piştrast dikin.
Di gel ku gelek axaftin hatin vegotin û îşaret berxwedana şervanên QSD`ê li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê kirin, her wiha destekdayîna xwe ji çeperên şer re diyar kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Piştî axaftin bi dawî bûn, hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Abawî nasnameya şehîd Lorens xwend û şehîd di nava sloganan de oxir kirin.