Şehîdê yekem ê Berxwedana Rûmetê yê Tebqayê hate veşartin

Xelkê Tebqayê, cenazeyê şehîdê yekem ê Berxwedana Rûmetê Şelan El-Daban (Xelîl) ê Tebqayê veşartin.Fermandarê QSD’Ê Omîd Gabar ê di merasîmê de axivî got: “Êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya li ser hemû mirovahiyê.”

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqa û gundewarê cenazeyê yekemîn şehîdê Tebqayê yê ku di Berxwedana Rûmetê de li Girê Spî şehîd bûye Şelan El-Daban bi nasnav Xalid veşartin. Li aliyê din Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîda Ebdulrezaq Bedewî bi nasnav Ebû Ezab eşkere kir.

Girseya gel piştî wergirtina cenazeyê ji Nexweşxaneya Tebqa ya Watanî ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Li Goristanê bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, Hêzên Sûriye Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kom bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin leşkerî destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Foza El-Ehmed, hevserokê Meclîsa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed û fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk Omîd Gabar axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku li gel pêvajoya heyî berdewamkirina berxwedanê pêwîste ji ber ku pêvajoya hebûn û nebûnê ye.

Her wiha destnîşan kirin ku şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk li Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsayê û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîrokê bi xwîna xwe dinivîsin û ji bo parastina axa herêmê cane xwe feda dikin.

Axaftvanan berxwedana şervanan li eniyan wijdana cîhanê û mirovahiyê şiyar kirin û ketin ferqa rastiya dewleta Tirk û planên wê yên mitîngerî.

Axaftvanan bal kişand ser ku aliyên ku dev ji Hêzên Sûriye Demokratîk berdane bi xwe dev ji ewlehiyê û mirovahiya cîhanê berdane û Hêzên Sûriye Demokratîk hêza tekaneye ku teror tune kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan ji hêla endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştî nimêjê girseya gel di nav berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyên şehîdan veşartin.