Şêniyên Qamişloyê daketin qadan: Faşîzm hildiweşe

Şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan û gotin, "Faşîzm hildiweşe, berxwedan bi ser dikeve."

Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên hovanê yên dewleta Tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan. Di meşê de Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û êzîdî ji 7 salî heya 70 salî amade bûn.

Şênî li ber Çerxerêya Şehîd Rûbar a taxa Xerbî kom bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC/HPC-Jin û ên Trafîkê ewlehiya meşê girt. Di destê meşvanan de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê û wêneyên şêhîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn. Her wiha nivîsên “Gelê Sûriyê dagirkeriya Osmaniyan qebûl nake”, “Ji terora Erdogan re na ”, “Em li ser axa xwe tu kesên biyanî qebûl nakin” û “Bijî yekitiya gelan” rakirin.

Meşvan bi sloganên “Qatil Erdogan”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê”, “Bijî serok Apo” ber bi navenda NY’yê meşiyan. Li vir meş veguherî mitîngê.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talat Yûnis sekna şervanên QSD’ê û gelê herêmê silav kir û got: “Di ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê re 9 roj derbas bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû teknîka pêşketî û çekên qedexekirî êrîşên xwe yên hovane hina jî berdewam dike. Li beramberî bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên mirovî dewleta Tirk êrîşên xwe xurttir dike. Zarokên vî gelî soza parastina axa xwe dane gelê herêmê jî soza xurtkirina têkoşîn û berxwedanê daye. Beramberî hemû êrîşên hovane sekna gel û şervanên me serkeftineke mezin e. Heya niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê ev 9 roj e bi saya berxwedan û têkoşîna şervanên QSD’Ê nikarin bihostek derbasî axa Serêkaniyê bibin. Sekn û berxwedana me nîşana serkeftina projeya Sûriya demokratîk û wekhev e. Ji bo parastina şoreşa me divê hevgirtina me hin xurttir be. Banga me ji saziyên mirovî re heye ku bi erkên xwe yên ehlaqî rabin û tenê bi helwestên lawaz nemînin. Divê hemû saziyên cîhanê bi pratik êdî tev bigerin û êdî van êrîşên hovanê bidin sekinandin.”

Endama Rêveberiya Buroya Parastinê Hediya Şêx Hesen jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelê sivîl dike. Hovîtiya xwe li ser tunekirina gelê herêmê pêk tîne. Kujerê zarokan dibînê ku em di nava yekitiyêkê de dijîn vê yekitiya me dike hedef. Lê em dibêjin tu carî nahêlin dewleta Tirk û çeteyên wê derbasî axa me bibin. Erka me ya berxwedan û têkoşînê wê her berdewam bike.”

Mitîng bi tilîliyan bi dawî bû.