Xelîl: Dewleta Tirk bi çekên fosfor û napalmê êrîşî Serêkaniyê dike

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe yên fosfor û napalmê êrîşî Serêkaniyê dike.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevlî Stêrk Tvyê bû.

Xelîl diyar kir ku li Serêkaniyê 8 roj in şer heye û şîddeta wê zêdetir dibe. Xelîl bal kişand ser vî tiştî ku li Serêkaniyê qadên sivîlan jî tê bomberdûmankirin.

Xelîl diyar kir ku bijîşkan di raporên birîndaran de diyar kirine ku Tirkiye çekên fosfor û napalmê bi kar tîne. Ev çek jî qedexe ne.

Xelîl bang li raya giştî kir ku di vî warî de bihistyar bin.