ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk bombeyan li gundekî Girê Spî dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan bombeyan li gundekî Girê Spî dibarînin. -
Zilamê Bagdadî yê nez: Têkiliyên bi Tirkiyeyê re kûr dibin
Taha Abdurrahîm Abdullah ê ku zilamê nêz ê Bagdadî ye diyar kir ku Bagdadî ji bo ku Tirkiyeyê memnûn bike Abdullah Qardaş kiriye xelîfeyê nû. Abdullah diyar kir ku bi daxwaza Tirkiyeyê êrîşî Tirkiyeyê tê kirin. -
Tirk tevlî nebûn, Rûs û QSD'ê dewriyeya hevpar pêk anîn
Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û polîsên leşkerî yên Rûs di navbera Qamişlo-Amûdê-Dirbêsiyê li dewriyeyê geriyan. Dewleta Tirk a dagirker tevlî dewriyeyê nebû. -
Dagirkeran li Serêkaniyê du sivîl birîndar kirin
Li gundê Esadiyê yê Serêkaniyê ji ber teqîna mayina dewleta Tirk a dagirker du sivîl birîndar bûn. -
Asûriyan bang kirin: Em terora Erdogan rawestînin
Asûriyên Til Temirê, ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser wir giran kiriye, gotin, ''Em Erdogan û komên terorê qebûl nakin''. Her wiha bang li gelên cîhanê û saziyan kirin û gotin, "Ji bo terora Erdogan were rawestandin têkoşîna hevpar hewce ye." -
Zarokên Dirbêsiyê daxwaza jiyana xwe ya berê dikin
Zarokên ji Dirbêsiyê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mexdûr bûne dibêjin, ew nikarin biçin dibistanê, bêriya jiyana xwe ya beriya dagirkeriyê kirine û dixwazin li gundê xwe vegerin. -
Xelkê Efrîn û Şehba dagirkeriya dewleta Tirk şermezarkirin
Bi sedan xelkên Efrîn û Şehba li pêşiya navenda Rûsan ya leşkerî ya li Şehbayê kombûn û dagirkriya Tirk li ser Efrînê û êrîşên dewleta li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin. -
Şehîd El Dibo li Til Koçerê bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Michim El Dibo yê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Til Koçerê hate veşartin. -
Tabûra Azadiyê ya Entarnasyonalîst bang kir
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst ku ji şoreşgerên gelên cuda pêk tê, got, mirovahî wê bi entarnasyonalê rizgar bibe û banga berevaniya li Rojava kir. -
Şehîdên QSD’ê Cevher û Ferhan li Hesekê spartin axê
Şervanên QSD’ê Emel Silmêman Ferhan û Beşar Mihemed Cevher ên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne, bi merasîmekê li Hesekê spartin axê. -
Di 24’saetên dawî de 80 leşker û çete hatin kuştin
QSD’ê encamên çalakî û şerê xweparastinê de yê 24 saetên dawî ragihand. QSD’ê diyar kir ku 4 wesayît hatine rûxandin û 80 leşker û çete hatine kuştin. -
Di êrîşa artêşa Tirk de 5 leşkerên rejîmê mirin, leşkerek jî hatiye infazkirin
Di êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê ya li nêzî sînor de 6 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin. Yek ji van jî hate înfazkirin. -
Bîlançoya 150 saetên qaşo 'agirbestê': Li her deverê şer qewimî
Tevî agirbesta ji 150 saetî ya navbera Rûsya û Tirkiyeyê, dewltea Tirk û çeteyên wan êrîşên xwe yên ji bo dagirkirinê ji hewa û bejahî ve dom kir. -
Li Dirbêsiyê li qada ku dewriyeya Rûs lê bû êrîş hate kirin
Li Dirbêsiyê dema ku dewriyeya Rûs gihîşt qadeke li ser xeta sînor, dewleta Tirk bi topan êrişî gel kir ku li dora dewriyeyê li hev kom bûbû. Ji ber êrîşê herî kêm 6 kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk xebatkarên tendirustiyê û nexweşxaneyan dike hedef!
Dewleta Tirk a ku êrîşên dagirker dike, xebatkarên tendirustiyê jî qetil dike. Dewleta Tirk li ambûlans û nexweşxaneyan jî dide. -
Êrîşên dagirkeriyê: Li heft gundan şerekî dijwar diqewime
Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li heft gundên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê şerekî giran diqewime. -
Ciwan ji çar aliyên Kurdistanê tevlî Berxwedana Rûmetê dibin
Ciwanên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûn. Ciwanan bang li ciwanan hemûyan kirin ku tevlî Berxwedana Rûmetê bibin. -
Li Şehbayê jinên Efrînî dagirkerî şermezar kirin
Bi sedan jinên Efrînê yên li Şebayê bi meşekê ya ji gundê Wehşiyê dagirkeriya Tirk şermezar kirin û daxwaza vegera Efrînê kirin. -
Li gundê Leylan ê Serêkaniyê 8 fermandarên El Nûsra hatin kuştin
Şervanên QSD’ê li dijî çeteyên El Nûsra lidar xistin. Di çalakiyê de 8 fermandarên El Nûsra hatin kuştin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê
Li Kobanê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 4 şehîdên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn sapartin axê. Her wiha ji bo 15 şervanan jî merasîmeke xiyabî hate kirin. -
Bi deh hezaran peyama ‘QSD vîna me ye’ dan
Xelkê Qamişlo yên li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan peyama ‘QSD vîna me ye’ dan. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Zirganê dikin
Artêşa Tirk û çeteyê wê bi dijwarî êrîş dibin ser bajarokê Zirgan ê Serêkaniyê. -
Xelkê Dirbêsiyê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Bi meşekê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava li bajarê Dirbêsiyê hate protestokirin. -
‘Ji derveyî QSD’ê em ti hêzan li ser xaka xwe naxwazin’
Xelkê Hesekê gotin: “Em li gel şervanên xwe yên QSD, YPG û YPJ’ê ne. Ji derveyî hêza xwe em naxwazin ti hêzek li ser axa me be.” -
Dagirker bi giranî êrişî xeta Zirgan-Til Temirê dikin
Çaksû diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Qaîdeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.