Dewleta Tirk xebatkarên tendirustiyê û nexweşxaneyan dike hedef!

Dewleta Tirk a ku êrîşên dagirker dike, xebatkarên tendirustiyê jî qetil dike. Dewleta Tirk li ambûlans û nexweşxaneyan jî dide.

Xebatkarên tendirustiyê dema ku çûn birîndar û şehîdan ji qadê derxînin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Xebatkarên tendirustiyê yê Heyva Sor a Kurdistanê jî hewl didin xwe bigihînin sivîlên ku jiyana wan di xetereyê de ye.

‘XEBATKARÊN TENDIRUSTIYÊ HATIN QETILKIRIN’

Bêrîvan Şêxo ya ji Dirbesiyê nerazîbûn nîşanî êrîşan da û got ku “Ez li Dirbesiyê dixebitim û a niha ji bo em 3 şehîdan veşêrin li vir im. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bajarên me dagir kir, me nekaribû em şehîd û birîndarên xwe yên li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî derxînin. Ligel vî tiştî ku hevalên me ji bo rizgarkirina sivîlan ketin rê. Lê ev hevalên me destgîr kirin û piştre jî qetil kirin. Dewleta Tirk nahêle ku em peywira xwe pêk bînin.”

‘NEXWEŞXANE Û AMBÛLANSÊN ME DIBIN HEDEF’

Xebatkarê Heyva Sor Mihemed Osman jî got ku “Ez xebatkarê Heyva Sor im, bang li Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor dikim. Vî karê ku em dikin karekî wijdanî ye. Divê ji van êrîşên dewleta Tirk re bibêjin êdî bes e. Nexweşxane û ambûlansên me dibin hedef. Heta niha 4 ambûlansên me yên Heyva Sor, xebatkarên me û birîndarên di ambûlansan de, winda ne. Em nikarin agahiyan ji wan bistînin. Li Girê Spî 3 hevalên me qetil kirin. Em bang li hemû mirovên xwedî wijdan û saziyan dikin. Erdogan û çeteyên wî êrîş dikin. Em van êrîş û qetlîaman qet qebûl nakin.”