ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YRD: Kedkarê Çapemeniya Azad Erdemcî şehîd bûye
YRD’ê ragihand ku kedkarê Çapemeniya Azad Vedat Erdemcî di êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ya li Serêkaniyê de şehîd bûye. -
Li Ezazê di wesayîta çeteyan de teqînek pêk hat
Li bajaroka Sîco ya Ezazê li dijî komeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk teqînek pêk hat. -
Konvoyeke ya koalîsyonê kete herêma Kobanê
Konvoyeke ya girêdayî hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengtiya DYE’yê de kete navçeya Sirîn a Kobanê. -
Hejmara sivîlên li Zirganê şehîd bûn gihişte 2’an
Hejamara sivîlên di encama êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li gundê Til Werd a girêdayî navçeya Zirgan a Serêkaniyê de şehîd bûne, gihişte 2’an. -
Nasnameya 9 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerekirin
QSD`ê nasnameyên 9 şervanên Berxwedana Rûmetê yên ku li Girê Spî û Serêkaniyê şehîd bûne, eşkere kir. -
DYE û QSD'ê li qadên petrolê dewriyeya hevpar pêk anîn
Hêzên Emerîkî û QSD'ê li qadên petrolê yên li bejahiya Tirbesiyê dewriyeya hevpar pêk anîn. -
Şêniyên Efrînê li Şêrawayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Efrînê yên li Şêrawayê bi cih bûne, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kirin ku wê berxwedana xwe bidomînin. -
Dagirkeran li Zirganê sivîlek qetil kirin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundekî navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kirin û dayikek qetil kirin û herî kêm 5 kes birîndar kirin. -
Asûrên ji Til Temir: Em naxwazin careke din koç bikin
Asûrên ku piştî Qetlîama Seyfo ya Osmaniyan koçî herêma Til Temirê kiribûn, niha jî qetlîamên Neo-Osmaniyan li ser wan tê kirin. -
Şêniyên Kobanê: Ji bilî şervanên xwe em ji kesî bawer nakin
Şêniyên Kobanê der barê êrîşên dagirkeriyê axivîn û gotin, "Ji bilî şervanên xwe em ji kesî bawer nakin." Li gorî şêniyên Kobanê aqûbeta Erdogan wê mîna ya Saddam Huseyîn be. -
Li Şerayê teqîn
Li navçeya Şera ya Efrînê wesayiteke bombebarkirî teqiya. -
Li Hesekê yek jê leşker 5 kes birîndar bûn -NÛ BÛ
Beriya niha bi çend kêliyan motorskilêtek li nêzî Mesakin Şûrta li taxa El-Salihiyê ya Hesekê hate teqandin. Di teqînê de 4 sivîl û leşkerek birîndar bûn. -
Li xeta Serêkaniyê-Til Temirê herî kêm 15 dagirker hatin kuştin
Şervanên QSD'ê bersiveke tund dan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ku êrîşî Serêkaniyê û Til Temirê kirin. Di encamê de herî kêm 15 dagirker hatin kuştin û yek jê panzer 8 wesayitên leşkerî hatin rûxandin. -
Şêniyên Serêkaniyê: Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin
Şêniyên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete neçar man warê xwe biterikînin gotin, "Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û xaka xwe rizgar bikin." -
Li Efrînê teqîneke mezin pêk hat
Li navenda bajarê Efrînê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin teqîneke mezin pêk hat. -
Li Zirganê êrîşên dagirkeriyê didomin
Şêniyên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ku êrîşên dewleta Tirk lê didomin, diyar kirin ku ew naxwazin xaka xwe biterikînin, lê belê ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar mane. -
QSD’ê Ji bo bi artêşa Sûriyeyê re şertê muzakere û xweser pêşkêş kir
QSD a bersiv da banga Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ku hêzên QSD’ê tevlî artêşa Sûriye bibe, şertê ku peymaneke siyasî ya daxwazên gel pêk bê û QSD di nava artêşê de xweser bibe pêşkêş kir. -
Şehîd Xebat li Tebqayê spartin axê
Şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Şêx (Xebat) ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Tebqayê spartin axê. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Cûma li Til Hemîs hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Fewaz Cûma ku di êrîşa dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, li Til Hemîsê bi merasîmekê hate veşartin. -
Di 24 saetên dawî de 75 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin
QSD‘ê ragihand ku di 24 saetên dawî ya Berxwedana Rûmetê de, 75 çete û leşkerên dagirker hatin kuştin, bi kêmanî 20 çete brîndar bûn. -
Leşkerên rejîmê ji Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê vekişiyan
Leşkerên rejîma Sûriyeyê ji bendên leşkerî yên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê vekişiyan. -
Şehîd Ehmed û Xelîl spartin axê
Şehîd Şevger Ehmed û Zekeriya Xelîl li Qamişlo bi merasîmekê spartin axê. Di merasîmê de peyama ‘Roj roja serî rakirina li dijî dagirkeriya Tirk e’ hate dayîn. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Hezaran şêniyên herêma Dêrikê û gundewarên wê cenazeyê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana şehîd Xebat a Dêrikê bi merasîmeke bi heybet veşartin. -
Rêveberiya Xweser: Em Komîteya Destûra Bingehîn nas nakin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Rêveberiyê ragihand ku ew Komîteya Destûra Bingehîn a vîna 5 milyon Sûriyeyî û Rêveberiya Xweser nas nakin, qebûl nakin. -
Tirkan du leşkerên din ên rejîmê birîndar kirin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Zirganê ya Serêkaniyê du leşkerên rejîmê birîndar kirin. Her wiha gelek gund jî hatin bombekirin.