Bi deh hezaran peyama ‘QSD vîna me ye’ dan
Xelkê Qamişlo yên li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan peyama ‘QSD vîna me ye’ dan.
Xelkê Qamişlo yên li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan peyama ‘QSD vîna me ye’ dan.
Bi deh hezaran welatiyên li Dêrik, Girkê Legê, Tirbespî û Til Birak ên girêdayî Kantona Qamişloyê daketin qadan, êrîşên dagirker û qirker ên Tirk şermezar kirin û peyama ‘QSD vîna me ye’ dan.
DÊRIK
Bi hezaran kesên li Qada Azadî ya Dêrikê kom bûn tevahiya rêya giştî meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmên dilsoziya bi QSD û Berxwedêrên Rûmetê re qîr kirin û silav kirin. Li Qada Jina Şoreşger deqeyek rêz hate girtin û gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin, hate gotin ku yeka e hêza vîna gel QSD’ ye.
TIRBESPIYÊ
Li Tirbespiyê jî bi hezaran kesên li Çerxerêya Şehîd Nejbîr hatin ba hev bi dirûşim û alên QSD’ê meşiyan. Di meşê de Alîkara Hevseroka Meclîsa Sûrûriyeya Demokratîk (MSD) Hîmet Hebîb, endama Kongra Star Xalya Eyûb û endamê PYD’ê Silêman Bedir axvîn. Di axaftinan de hate gotin ku heta deverên dewleta Tirk dagirkirîn azad bikin wê berxwedanê bidomînin û hate gotin ku projeya netewa demokratîk çareseriya krîzên Sûriyeyê ne.
TIL BIRAK
Bi sedan kesên li Til Birakê kom bûn destek dan QSD’ê. Çalakvanên ku alên QSD’ê û şehîdan hildan, peyama QSD vîna wan e qîr kirin. Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li Çerxerêya Şehîdan deqeyek rêz girtin Yûsif Xelîl û endama Meclîsa Jina a Til Birak Hemrîn Hesen axivîn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li pey xeyala zindîkirina Osmaniya nû ye û gotin rê nadin vê yekê.
GIRKÊ LEGÊ
Bi sedan kesên li Qada Şehîd Xebat Dêrik kom bûn, bi meşekê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê protestokirin. Li navenda navçeyê mîtîngek hate kirin û li vir endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nûrşan Efrîn axivî. Efrîn diyar kir ku wê xaka Sûriyeyê ji bo Tirkiye û çeteyên wê bibe goristan û anî ziman ku QSD vîna gelan e.