Dagirker bi giranî êrişî xeta Zirgan-Til Temirê dikin
Çaksû diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Qaîdeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
Çaksû diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Qaîdeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
Çaksû got, "Di vê demê de herî zêde nehiya Zirganê ya Serêkaniyê dikin hedef. Çend roj in êrîşî vê herêmê dikin û di encama bersivdana hêzên QSD'ê de gelek wesayitên wan ên zirxî, yên çek li ser hatin rûxandin, her wiha gelek çete hatin kuştin. Lê belê êrîşên wan didomin. Qaşo agirbest heye, qaşo lihevkirin di navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Emerîka Tirkiyeyê de heye. Qaşo Tirkiyeyê ragihandibû ku êrîş da rawestandin, lê belê êrîş didome."
Çaksû bi dîmenan jî nîşan da ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk koçberiya xwecihiyan ji herêmê didome û got, "Gundên ku herî zêde niha êrîş lê tê kirin gundê Bab El Xêr, Dawidiyê, Medbea ne. Ji van gundan heta rêya Dirbêsiyê û xeta Til Temirê êrîş didomin. Gundên Menacir, Soda, Salihiyê. Weke xetekê êrîş berdewam dike. Balafirên dewleta Tirk ên bi çek ên bêmirov ew jî bênavber li ser herêmê, li ser bajar û bajarok digerin û êrîş dikin. Di encama lihevkirinê û bi garantoriya Rûsyayê de hêzên rejîmê hatin vê deverê. Lê belê hîn dema ku nû gihîştin xeta sînor bûn hedefa êrîşa balafirên dewleta Tirk ên bêmirov û bi çek. Ji ber vê yekê jî dest ji mewziyên xwe berdan, vegeriyan û hatin nava bajêr. Niha li nava bajêre xeta xwe ya eniyê hemû berdane."