Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Xelkê Dirbêsiyê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi meşekê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava li bajarê Dirbêsiyê hate protestokirin.

Xelkê Dirbêsiyê yên li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan peyama yekîtiyê dan.

Meş bi pêşengtiya Kongra Star û Rêxistina Ciwanên Şoreger pêk hat. Bi hezaran kesên ku di nav de xwendekar û mamoste jî hene, tevlî meşê bûn.

Dayika bi navê Henna Mihemed a di nava şer de kurekî wê şehîd bûye got: “QSD hêza me ya esasî ye, em qet dev jî axa xwe bernadin.”

Dayikê domdarî got: “Em ji bo piştevaniyê bidin hêza xwe QSD’ê li vir in. Em qet dev ji axa xwe bernadin. Me heta niha axa xwe bernedaye ku mirin jî be bila li ser axa me bi xwe be.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferhat jî got: “Li ser êrîşan me banga seferberiyê îlan kiriye. Em ciwanên ku ev bang bihîstin û li Rojava li dijî çeteyan şer dikin silav dikin. Em weke ciwan me cihê xwe li eniyên şer girtiye. Em ji dewleta Tirk û çeteyên wê re dibêjin ku hûnê nikaribin me tine bikin. Em ê li ser raman û felsefeya Rêber Apo jiyanê ji nû ve ava bikin. Tu kes nikare me ji vê vegerîne. Em li Serêkaniyê û gel bi hev re li dijî her cûre teknîka pêşkertî li ber xwe didin.

Meş bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana QSD’ê û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ bi dawî bû.