Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo Cejna Qurbanê pîroz kir

Di 24’saetên dawî de 80 leşker û çete hatin kuştin

QSD’ê encamên çalakî û şerê xweparastinê de yê 24 saetên dawî ragihand. QSD’ê diyar kir ku 4 wesayît hatine rûxandin û 80 leşker û çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên çalakî û şerê di encama xweparastinê de yê 24 saetan pêk hatî ragihan. QSD’ê ragihand ku di encama şer û çalakiyên 24 saetên dawî de bi kêmanî 80 leşker û çete hatin kuştin, dîsa şervanekî wan şehîd û 8 jî birîndar bûne.

QSD’ê ev agahî parve kir:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya hemû cûreyên teknîka xwe ve êrîşên xwe, ruxmê ku agirbest hatiye ragihandin û ruxmê ku hêzên me li gor biryarên peymanên ku hatine lidar xistin tevdigerin lê belê disa jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li tevahiya enîyên êrîşên xwe domandiye her wiha di van êrîşan de welatiyên sivîl bi zane bûn dike hedef û qetil dike.

ENIYA DIRBÊSIYÊ Û EBÛ RASÊN

Li gundên Um Eşpa, Bab El Faraç, Emirad, Til Qertel, Sê Neqliyê Dawidiyê, Bab El Xêr û Mirêkis artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş kirin. Di encamê bersivdanê de 2 wesayîtên doçka barkirî, 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û 47 leşker û çete hatin kuştin

ENIYA NAVBERA SERÊ KANIYÊ Û TIL TEMIR

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşê gundên Eltewîla, Erîşa û Leylan kirin. Di encama bersivdanê de 14 çete û leşker hatin kuştin.

ENIYA NAVBERA GIRÊ SIPÎ Û EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Qandiriyê, Besriyê, Xirbet Faris û Ebu Xerza kirin. Di encama bersivdanê de 19 çete û leşker hatin kuştin hejmarek jî birîndar bûn.

Di encama bersivdayina hêzên me li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi giştî 2 wesayîtên doçka barkirî, 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û 80 leşker û çete hatin kuştin her wiha şervanekî me bi lehengî şer kir û şehîd ket, 8 hevrêyênme jî birîndar bûn”