Li Şehbayê jinên Efrînî dagirkerî şermezar kirin

Bi sedan jinên Efrînê yên li Şebayê bi meşekê ya ji gundê Wehşiyê dagirkeriya Tirk şermezar kirin û daxwaza vegera Efrînê kirin.

Meşa Jinên Efrîn ji gundê Wehşiyê ya Şehbayê destpê kir û ber bi navenda Rûsya ya leşkerî ya li gundê Wehşiyê ve dom kir.

Di meşê de dirûşmên‘ Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn bi tundî lenet û şermezar dikin’, ‘Na ji Erdoganê xwînxwar re’ ber bi nevda Rûsan ve meşiyan.

Li pêşiya navenda Rûsan heyeta ku ji çalakvanan hatibûn hilbijartin ji bo nameya xelkê Efrînê bigihîne rayedarên Rûsya derbasî hundirê navendê bûn.

Li pêşiya navenda Rûsan deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hate girtin.

Piştre daxuyaniyek bi navê jinên şehîdan ya Efrînê bi zimanê Erebî ji aliyê Eîn Hac Hemo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de dagirkeriya li ser Efrîn û êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Piştî hevdîtina bi saetekê û şûnde heyet daxuyaniyek da û got: “Daxwaza me ew bû ku divê guhertinên demokratîk bên çêkirin, dîsa jin cihê xwe di qada siyasî de bigire, were parastin. Her wiha xaka Sûriyeyê yên hatine dagirkirin werin rizgarkirin.