Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

‘Ji derveyî QSD’ê em ti hêzan li ser xaka xwe naxwazin’

Xelkê Hesekê gotin: “Em li gel şervanên xwe yên QSD, YPG û YPJ’ê ne. Ji derveyî hêza xwe em naxwazin ti hêzek li ser axa me be.”

Xelkên Hesekê yên li dijî êrîşên qirker û dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, diyar kirin ji derveyî QSD’ê naxwazin ti hêz li ser axa wan be, peyama wê berxwedanê bidomînin dan.

‘SIVÎL HATIN QETILKIRIN’

Hediye Mihemed destnîşan kir ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi hezaran kes neçar man koç bikin û got: “Em li ser axa xwe dijîn. Çima li ser vê axê jin û zarok tên qetilkirin? Malên gel hilweşandi. Di vê zivistanê de welatî man bê mal. Gel wê vê zivistanê li kû bijîn. Çi gunehê van kesan hene.”

‘HETA DAWÎ EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Mihemed anî ziman ku wê heta mirinê li ser axa xwe bin û biparêzin. Mehemed got: “Em ne axa xwe ji Tirkiye, ne ji Emerîka û ne jî ji Rûsya re dihêlin. Em tu kesê li ser axa xwe naxwazin. Em amade ne di vê oxirê de tişta ji destê me bê bikin. Heta dawî em ê li ber xwe bidin.Heta dilopa xwîna dawî em ê li gel şervanên xwe QSD, YPG û YPJ’ê bin.

 ‘JI DERVEYÎ QSD’Ê EM TU KESÊ QEBÛL NAKIN’

Hemwelatî Saed Nêjar jî diyar kir ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku hemû cîhan jê ditirsiyan têkoşiyane û wiha domand: “Em ji bo gelê xwe û xaka xwe têkoşiyan. Di oxira wê de bi hezaran şehîd me dan. Em ê têkoşîna xwe geştir bikin û bidomînin. Ji derveyî QSD’ê ku ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê em tu hêzeke din li ser xaka xwe qebûl nakin. Em ê ji bo hemû pêkhateyên gel têbikoşin.”

Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Bêyan Ebdo jî wiha got: “Ji derveyî QSD’ê li herêmê em ti hêzeke din qebûl nakin. Ne Rûsya ne Emerîka em li vê xakê qebûl nakin. Ji bo parastina xaka xwe em ê li ber xwe bidin. Heta ku yek kes bimînin em ê xaka xwe biparêzin.”

‘EM LI PIŞT HÊZA XWE NE’

Hemwelatî yê bi navê Mihemed Emîn jî ev tişt got: “Ne dewleta Tirk û ne jî çeteyên wê em li ser xaka xwe naxwazin. Ji derveyî hêza xwe QSD em ti hêzeke din naxwazin. Heta mirinê jî em dev ji xaka xwe bernadin. Em li pişt hêza xwe ya li eniyê şer dikin e û heta dawiyê em ê piştgiriyê bidin wan. Em dixwazin ji derveyî QSD’ê hemû hêzên din ji herêmê derbikevin.”

‘DIVÊ EV BÊDENGÎ XIRA BIBE’

Mamosteya Wêjeya Zimanê Kurdî Felêq Davîd diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriyê li qadan bin û wiha domand; “Em ê ti caran xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin. Divê raya giştî ya navnetwî û welatên din yên li dijî vê bêdengiya xwe xira bikin. Em gelê Kurd mafê xwe diparêzin. Em ê heta dawiyê rêya şehîdan bişopînin. Em ê destûr nedin ku tu kes vê xakê dagir bike û QSD’ê ji herêmê derbixe.”

‘EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKERIYÊ’

Mamosteyê Fîzîkê Alan Mihemed jî got ew ê rê nedin dagirkeriyê û ev tişt got: “Em li pişt şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ne. Ji derveyî hêza xwe em tu hêzeke din li ser xaka xwe qebûl nakin. Em ê li gel şervanên QSD’ê bin û bihevre serbikevin.”