Taha Abdurrahîm Abdullah ê ku wî navê DAÎŞ’ê ava kiriye û yek ji zilamê herî nêz ê xelîfeyê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadîye yê ku hatibû kuştin, a niha di destê QSD’ê de ye. Abdullah endamê Şûraya Leşkerî ya Bilind a DAÎŞ’ê ye û di 23’ê Adara 2019’an de li Baxoza Dêrezorê ji aliyê hêzên QSD’ê hatibû girtin.
Taha Abdurrahîm Abdullah ê ku lêpirsîna wî didome, diyar kir ku Bagdadî fermana şerê Kobanê dabû û gelek endamên rêveberiyê îtîrazê şerê Kobanê kiribû. Abdullah got ku “Li Kobanê me derbên giran xwar. Piştre me fêm kir ku sedema Bagdadî di şevekê de berê me da Kobanê israra Tirkiyeyê bûye. Tirkan xwestibû ku êrîşî Kobanê were kirin û Erdogan israr kiribû.”
LI GIRTÎGEHÊN EMERÎKA Û IRAQÊ MA
Çeteyê DAÎŞ’ê yê bi navê Taha Abdullah li Til Afer Nînovayê di sala 1967’an de ji dayik bûye û li Zanîngeha Mûsûlê beşa Endazyariya Avahiyê qedadniye. Abdullah di nav Cemaeta Tevhîd Cîhad û El Kaîdeya Iraqê de cih girtiye. Abdullah di lêpirsîna xwe de diyar dike ku di sala 2005’an de li Iraqê ji aliyê hêzên Emerîkayê ve hatiye girtin û li Girtîgeha Ebû Garîbê maye. Abdullah di serê sala 2007’an de jî hatiye berdan.
Abdullah di îfadeya xwe de dibêje ku di heman salê de tevlî nav ‘Dewleta Îslamî ya Iraqê’ bûye ya ku Bagdadî serokê wê bûye û di Îlona 2007’an de jî bûye berpirsê îdarê yê Til Afer û gundê wê. Abdullah di sala 2007’an de ji ber ku endamê El Kaîdeyê ye hatiye girtin û di dawiya sala 2009’an de serbest hatiye berdan.
‘RÊVEBERÊ DEWLETA ÎSLAMÎ YA IRAQÊ BÛ’
Piştî ku serbest hatiye berdan, li ser karên îdarî hatiye peywirdarkirin. ‘Walîtiya’ Kerkûk û Mûsûlê kiriye. Di dawiya sala 2011’an de jî bûyer emîrê yekîneya hilberîna malzemeyên leşkerî yên DAÎŞ’ê û di sala 2012’an de jî bi navê emîrê îmalatê wî dişînin Sûriyeyê.
Abdullah diyar dike ku emîrê Cephet El Nûsra Ebû Muhammed Colanî nahêle ku ew peywira xwe bike û vê xebata wî bi ser nakeve. Abdullah balê dikişîne ser vî tiştî ku di wê pêvajoyê de nakokiyên di navbera Colanî û Ebû Bekir Bagdadî dest pê dike.
WÎ NAVÊ ‘DAÎŞ’Ê AVA KIRIYE!
Taha Abdullah diyar dike ku di 1’ê Nîsana 2013’an de li Babê di civînekê de biryar dane ku DAÎŞ’ê ava bikin û got ku “Ebûbekir Bagdadî, Ebû Alî Anbarî, Ebû Mûhammed Adnanî, Bellawî û ez em di vê civînê de bûn. Di vê civînê de Hac Ebû Alî Enbarî pêşniyaz kir ku bila Sûriye (wîlayeta Şamê) jî tevlî nav Iraqê bibe. Hemû kesan ev pêşniyaz qebûl kirin. Lê Colanî nexwest ku Cephet El Nusra tevlî nav DAÎŞ’ê bibe.”
Abdullah diyar dike ku wî pêşniyaz kiriye navê rêxistinê biguherînin û bikin ‘Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê.’
Taha Abdullah di sala 2013’an de dibe berpirsê 3 eyaletên bi navê Dêrazor, Reqa û Hesekê yên DAÎŞ’ê û di dawiya sala 2014’an de jî li temamî Sûriyeyê dibe emîrê hilberandina leşkerî. Piştî ku DAÎŞ xilafeta xwe radigihîne jî dibe endamê komîteya venêrînê yê xebatên li Sûriyeyê.
Piştî çend mehan jî dibe endamê Şûraya Leşkerî ya Bilind a DAÎŞ’ê û dibe berpirsê ku ekîbên teqînên li Tirkiye û Ewropayê (Alaqat Harîcîye) tê kirin. Di serê sala 2016’an de emîrtiya Alaqat Harîciye dewrî Ebû Mûhammed Adnanî dike û bi endamtiya Şûraya Leşkerî ya Bilind a ji bo amadekariyên şerê Mûsûlê û meseleyên îdarî wî dişînin Iraqê. Piştî ku Adnanî di Tebaxa 2016’an de tê kuştin ew dîsa dibe endamê Şûraya Leşkerî ya Bilind a DAÎŞ’ê û berpirsyariya Alaqat Harîciya ya Sûriyeyê bi rê ve dibe.
‘ERDOGAN XWESTIBÛ KU EM ÊRÎŞÎ KOBANÊ BIKIN’
Abdullah derbarê êrîşa li ser Kobanê ya di 13’ê Îlona 2014’an de jî agahiyên girîng da. Abdullah diyar kir ku Bagdadî fermana vê êrîşê daye û got ku “Me amadekariyên şer dikir û hedefa me ne Kobanê bû. Me dixwest em ber bi Şamê ve biçin. Lê Bagdadî xwest ku em êrîşî Kobanê bikin. Me îtîraz kir lê wî qebûl nekir. Li Kobanê me derbên giran xwar. Piştre em hîn bûn ku ji ber israra Tirkan Bagdadî di şevekê de berê me daye Kobanê. Tirkan xwestibû ku em êrîşî Kobanê bikin. Fermandarê vî şerî Ebû Yasir ji bo ku were bêdengkirin ew şandin Iraqê. Ebû Yasir hay ji vê rewşê çêbûbû.”
‘JI BO BAGDADÎ CIHÊN HERÎ GUNCAV LI ÎDLÎBÊ HERÊMÊN TIRKAN E’
Di lêpirsînê de Taha Abdullah diyar dike ku ji bo Bagdadî cihên herî ewle herêmên Tirkan ên li Îdlîbê ye. Abdullah got ku “Ji ber hebûna qebîleya Dûlaîm, ji bo ku avakirina rêxistinê dibe ku dîsa biçe Çola Iraqê. Ev qebîle piştgiriyeke xurt dide DAÎŞ’ê. Lê ji ber di demên dawîn de ev herêm piştgiriyê didin hikumeta Iraqê ne bawer im ku Bagdadî biçe wir.
Li Îdlîbê gelek komên çekdar hene. Li wê derê ew ê neyê naskirin. Dibe ku biçe herêmên Tirkan ên li Îdlîbê. Ji bo Bagdadî cihê herî guncav ew der e. Qadên di bin berpirsyariya Colanî de ye ji bo wî rîsk e.”
‘ABDULLAH QARDAŞ NÊZÎ TIRKIYEYÊ YE’
Abdullah derbarê dîmenên Bagdadî yên di meha Nîsanê de jî dibêje ku “Bagdadî gelekî westiyaye , ew jî dizane ku li derdora wî çi diqewime. Ji bo ku karibe rêxistinê ava bike vîdeo weşandiye.”
Abdullah balê dikişîne ser vî tiştî ku Abdullah Qardaş ji ber ku têkiliya wî bi Tirkiyeyê re heye, ew bûye serokê nû yê rêxistinê û got ku “Jixwe birayekî Qardaş li Tirkiyeyê dijî û di nav Enîya Tirkmen a Iraqê de ye. Qardaş navê Ebû Omer Turkmenî jî bi kar tîne. Bavê Turkmenî ji bo tatmînkirina dewleta Tirk û xurtkirina têkiliyan e.”
Rayedarên Saziya Ewlehiyê ya QSD’ê ji Taha Abdurahîm re gotine ku Bagdadî hatiye kuştin û Taha Abdruahîm gotiye ku “Bagdadî jixwe hemû kar sererast kiribû, kesên xurt hene ku dikarin karan bimeşînin.”
Rayedarên Saziya Ewlehiyê ya QSD’ê diyar dikin ku Abdullah cîhadxwazekî tund e û bi mikurhatinên wî gelek tişt dikarin zelal bibin. Rayedaran diyar kirine ku Taha Abdurrahîm Abdullah piştî ku hatiye girtin heta 2 mehan jî nav û berpirsyariya xwe veşartiye.