Şehîdên QSD’ê Cevher û Ferhan li Hesekê spartin axê
Şervanên QSD’ê Emel Silmêman Ferhan û Beşar Mihemed Cevher ên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne, bi merasîmekê li Hesekê spartin axê.
Şervanên QSD’ê Emel Silmêman Ferhan û Beşar Mihemed Cevher ên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne, bi merasîmekê li Hesekê spartin axê.
Şervana YPJ’ê Emel Silêman Ferhan (Zîlan Bêrîtan) a 17’ê Cotmehê û şervanê QSD’ê Beşar Mihemed Cevher (Alder Hesekê) yê 26’ê Cotmehê li Serêkaniyê şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dijwar spartin axê.
Li gel şervanan, endamên rêxistinênê civaka sivîl û gelek kes di merasîmê de amade bûn.
Di marasîmê de ji Fermandarên QSD’ê Şiyar Delîl axivî û got: “ Soza tolhildana şehîdên xwe diidn.”
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso jî got: “Li Serêkaniyê û Girê Spî li dijî çeteyên Cephet El Nûsra û DAÎŞ’ê berxwedanek bê hempa tê kirin. Tiştek bi qasî parastina xaka xwe rûmet nîne. Em soza şehîdên xwe dubare dikin. Em li gel şervanên xwe ne û nikarin vîna me tine bikin.”
Hat ragihandin ku cenazeyê şervana YPJ’ê Zîlan Bêrîtan ji Serêkaniyê nehatiye derxistin.
Piştre cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.