Şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê
Li Kobanê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 4 şehîdên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn sapartin axê. Her wiha ji bo 15 şervanan jî merasîmeke xiyabî hate kirin.
Li Kobanê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 4 şehîdên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn sapartin axê. Her wiha ji bo 15 şervanan jî merasîmeke xiyabî hate kirin.
Şervanên QSD’ê yên bi navê Sultan Şêxo (Jînda Berxwedan), Mihemed Şukrî (Hemze Carqelî), Mezlûm Muslîm (Şervan Cûdî) û ‘Mustefa Bîlen (Zinar Efrîn) ên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûbûn, li Kobanê bi merasîmeke heybet spartin axê.
Bi hezaran kes tevlî merasîma şehîdan a li Şehîdgeha Şehîd Dicle hate kirin bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Firatê Mihemed Şahîn axivî. Şahîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bal kişand ser girîngiya piştevaniya bi hêzên QSD’ê re.
Piştre jî nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de jî şehîd bi dirûşman spartin axê.