Nûçeya Lezgîn: Li Îmraliyê hevdîtinên bi wesîleya cejnê

Şehîd El Dibo li Til Koçerê bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Michim El Dibo yê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Til Koçerê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Girkê Legê Çilaxa û Til Koçer cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastin Michim El-Dibo ku di Berxwedana Rûmetê de li navçeya Zirganê şehîd bû, li Goristana Şehîd Uqab El-Eswed, hate veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê wergirt û ber bi navçeya Til Koçer ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Paşê ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastin Muslih El-Ziyab axivî û got şehîd Michim di encama bersivdayîna êrîşên dagirkeriya Tirk canê xwe feda kir û ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê berxwedaniyeke bê hempa kir.

Her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçer Îdan El-Xelef îşaret bi yekîtiya gelên herêmê û kombûna hêzên wê ji bo dagirker ji herêmê werin têkbirin, kir. Îdan El-Xelef soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna heviyên wan, da.

Paşê nasnameya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên şehîd namirin de, hate veşartin.