ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD:Di 24 saetan de 44 çetee hatin kuştin
QSD’ê encama 24 saetên dawî yên Berxwedana Rûmetê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku bi kêmanî 44 çete hatine kuştin. -
Li Girê Spî teqîneke mezin rû da: Herî kêm 12 dagirker mirin
Li bajarokê Hemam Turkmen ê Girê Spî teqînek li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk hat. Di encamê de herî kêm 12 dagirker mirin. -
Li Mişrafayê 3 şervan ji ber bombardûmana dagirkeran birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker tevî agirbestê jî bi balafirên bê mirov ên bi çekê êrîşî gundê Mişrafa yê Serêkaniyê kir. Ji ber êrîşê 3 şervanên QSD'ê birîndar bûn. -
Di çalakiyên tolhildanê de 4 leşker û 4 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên wan de 4 leşker û 4 çeteyên dewleta Tirk ên dagirker hatine kuştin. -
Ji Hêzên Ewlekariyê û polîsên leşkerî yên Rûs dewriyeya hevpar
Hêzên Ewlekariya Navxweyî û polîsên leşkerî yên Rûs li rojavayê Qamişloyê bi hev re li dewriyeyê geriyan. -
Dewleta Tirk a dagirker 3 kedkarên tenduristiyê qetil kir
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, çeteyên ser bi dewleta Tirk li Girê Spî li bajarokê Silûkê sê kedkarên tenduristiyê revandin û bi hovane qetil kirin. -
Li gundê Leylan ê Serêkaniyê 3 çete hatin kuştin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Leylanê yê Serêkaniyê kirin. Şervanê QSD'ê bersiv dan êrîşê û di encamê de 3 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. -
NY: Ji bo pêşî li krîza mirovî were girtin divê şer were rawestan
Alîkara Sekretera Giştî Ursula Muller ya ku li KENY'yê axivî, got di serî de li Bakur Rojhilatê Sûriyê li tevahiya Sûriyê krîza mirovî giran bûye û ji bo ku şer raweste xwest ku kêferat were kirin. -
Çeteyên dewleta Tirk xebatkarekî yê Nexweşxaneya Silûkê qetil kir
Çeteyên dewleta Tirk xebatkarê tenduristiyê yê Nexweşxaneya Silûkê Mihemed Bozan Seîdî qetil kir. -
Li Girê Spî û Eyn Îsayê 8 çete hate kuştin
Di şerê li gundê Ebû Xizira yê Eyn Îsayê de 2 çete hatin kuştin, di çalakiya şervanên QSD’ê ya li gundê Xirbet Bager a Girê Spî de jî 6 çete hatin kuştin. -
Li gundê Leylan a Serêkaniyê şervanan derbên xurt li dagirkeran da
Şervanên QSD’ê li gundê Leylan a girêdayî Serêkaniyê derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê da. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Erbegînê dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser gundê Erbegîn a Til Remirê dikin. -
‘Em ê sûcên şer ên Tirkiyeyê bigihînin cihên pêwîst’
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wê sûcên şer û sûcên mirovî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava pêk anî wê pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, Konseya Ewlekariya NY’yê, Yekîtiya Ewropa û Yekîtiya Ereban bike. -
Ebdî: Me lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de erê nekiriye
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku peymana lihevkirina di navbera Tirkiye û Rûsya ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erênekiriye. -
Xelkê Efrînê li Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdes ya herêma Şehbayê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê 2 şervanên QSD’ê û Fermandarê Hêzên Antî-Terorê yên Di berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke heybeta a tevlîbûna bi hezaran kesî ve hatin veşartin. -
Nasnameyên 15 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerekirin
QSD`ê nasnameyên 15 şervanên 10-21’ê Cotmehê yên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên şehîd bûne, eşker kir. -
QSD di 24 saetên dawî de: 31 çete hatin kuştin 20 jî birîndar bûn
QSD‘ê ragihand, di encama şerê 24 saetên dawî de herî kêm 31 çete hatin kuştin, 20 çete brîndar bûn, her wiha û 2 wesayît hatin rûxandin. -
Li Qamişloyê hêzên Rûsyayê û yên Asayîşê dewriyeyeke hevpar li dar xistin
Hêzên polîsên leşkerî yên Rûsyayê û Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Qamişloyê di navbera Qamişlo û Dirbesiyê dewriyeyeke hevpar li dar xistin. -
Berdevkê QSD’ê Gabrîel: Tirkiye li gorî agirbestê tevnagere
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku êrîşên dagirke didome û got ku “Dewleta Tirk berpirsê binpêkirina agirbestê ye” û bang li DYE’yê kir. -
Şêniyên Girkê Legê li dijî dewleta Tirk daketin qadan
Şêniyên Girkê Legê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewlet Tirk daketin qadan. Di çalakiyê de banga yekîtiya li dijî dagirkeriyê hate kirin. -
Dewleta Tirk careke din agirbest binpê kir, êrîşî gundan kir
Dewleta Tirk a dagirker tevî agirbestê jî êrîşên xwe yên li dijî gundên Serêkaniyê didomîne. -
Gelên Serêkaniyê: Berpirsên dagirkeriyê DYE û Rûsya ne
Piştî êrîşên dagirker a dewleta Tirk nêzî 200 hezar kesan ji Serêkaniyê û Girê Spî koç kirin. Gelê ku ji warê xwe derketin, diyar kirin ku berpirsê herî mezin ên vê dagirkeriyê DYE û Rûsya ne. -
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî Pêşverû Derwîş koça dawî kir
Vê sibehê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Abdulhemûd Hac Derwîş(89) koça dawî kir. -
QSD: Fikarên têkildarî bendên mutabaqatê bi Rûsyayê re hatin parvekirin
Fermandariya Giştî ya QSD’ê, ragihand ku Mezlûm Ebdî fikarên xwe yên têkildarî hinek bendên mûtabeqatê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de anî ziman û ji bo nîqaşê ev yek ji rayedarên Rûsyayê re aniye ziman.