Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Xelkê Efrîn û Şehba dagirkeriya dewleta Tirk şermezarkirin

Bi sedan xelkên Efrîn û Şehba li pêşiya navenda Rûsan ya leşkerî ya li Şehbayê kombûn û dagirkriya Tirk li ser Efrînê û êrîşên dewleta li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin.

Bi sedan xelkê Efrîn û Şehba ji destpêka Gundê Wehşiyê ber bi navenda Rûsan ya leşkerî ya li Gundê Wehşiyê ve meşiyan.

Bi diruşmeya 'Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê bi rundî nelet û şermezardikin’, ‘Faşizim û dagirkeriya Erdogan re na’ û ’Dagirkirina Rojava qirkirina mirovahiyê ye xwedî li mirovahiyê derkevin' gel ber bi navenda Rûsan ya leşkerî ve meşiyan .

Li pêşiya navenda Rûsan daqeyek rêz ji bo cangoriyên azadiyê hate girtin. Piştre şandeyek ji 6 kesên ji endamên sazî, meclîs û endamên rêveberiya xweser pêk dihat derbasî hundirê navendê bûn ji bo ku nameya daxwazên gel bigihîne rêveberên Rûsya.

Gel li pêşiya navendê Rûsan wêneyê Erdogan şewtandin û diruşma ‘Bijî berxwdaniya Rojava' qir kirin.

Piştre li ser navê Yekîtiyên Rewşenbîran Ya Efrînê daxuyanî ji aliyê Oseme Ehmed ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hate şermezarkirin.

Şande bi qasî saetekê li gel rêveberên Rûsya yên li navendê hevdîtin kir û piştre ji bo gel daxuyaniyek da.

“Daxwaza me ya yekem vegera Efrîn bû. Her wiha parastina penaberên Efrînî ya li Şehba û derdorî wê bû. Dîsa me diyar kir ku em serê xwe ji êrîşan re natewînin, me çi girtibe hemû bi saya berxwedan û têkoşînê girtiye. Me ji bo wan anî ziman ku em ê ji axa xwe dernekevin.”