Êrîşên dagirkeriyê: Li heft gundan şerekî dijwar diqewime
Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li heft gundên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê şerekî giran diqewime.
Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li heft gundên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê şerekî giran diqewime.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra êrişî, gundên Bab Xêr, Bab Ferec, Dawudiyê, Um Xêr, Um Işbê, Um Erit û Inegil Hawa yên girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê, kirin. Şervanên QSD`ê bersiveke tund dan û şerekî giran di van kêliyan de heye. Di şer de gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene.