ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD’ê nasnameya 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê nasnameya 14 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Li Şehbayê ji bo şehîdan merasîm hate lidarxistin
Gelên li Efrîn û Şehbayê îro li Kampa Berxwedanê kom bûn û ji bo şehîdên berxwedana li Rojhilatê Firatê merasîmek li dar xistin. -
Şêniyên Hesekê: Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin
Şêniyên Hesekê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û destnîşan kirin ku ji bilî QSD'ê ew ti hêzê naxwazin û diyar kirin, "Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin." -
Li Şehbayê çenteyên dibistanê li zarokan hatin belavkirin
Desteya Tendirustiyê tevî Heyva Sor û Nexweşxaneya Evrînê bi alîkariya komîteya perwerdehiya civaka demokratîk îro li hemû dibistanan çenteyen dibistanan li zarokan belav kirin. -
Gelo Qardaş ê bibe serçeteyê DAÎŞ'ê li Îdlibê ye?
Qardaş ê ku ji aliyê Ebû Bekir Bexdadî ve di Tebaxê de weke 'xelîfe' hate destnîşankirin, herî dawî li Îdlibê hate wezîfedarkirin. Tê gotin ku ew jî li Îdlibê yan jî deverên din ên di kontrola Tirkiyeyê de ye. -
Li gundên Serêkaniyê bi dehan dagirker hatin kuştin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên ji DAÎŞ û El Nûsrayê ji şeva Yekşemê ve bi obus, tank û balafirên şer ên bêmirov bombeyan li gundên Serêkaniyê dibarînin. -
Şervana Ermen: Nebin hevparê êrîşa dewleta Tirk
Şervana Ermen Tamara Sarkîs: Me nekarîbû dayiktiyê ji zarokên xwe re bikin, li dijî DAÎŞ’ê me gelên dinyayê hemû parastin. Niha jî Tirk ji me re dibêjin ‚terorîst‘ û zarokên me qetil dikin. Hûn çima ji vê re dibin hevpar? -
Hêzên rejîmê hatin ser sînorê Dirbesiyê
Hêzên rejîmê tevî konvoyeke 15 wesayîtan hatin ser sînorê Dirbesiyê. -
Berdevkê DAÎŞ’ê El Muhacir jî hate kuştin
Berdevkê DAÎŞ’ê Ebû Hasan El Muhacir jî li gundê Eyn-El Baydah ê Cerablûsê hate kuştin. -
Artêşa Tirk Şehbayê bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehbayê bomberdûman dike. -
QSD’ê derbarê kuştina Bagdadî daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir ku Serokê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî bi operasyona hevpar a DYE û QSD’ê li nêzî baregeha leşkerî ya Tirkan hatiye kuştin. -
Li Zirganê texrîbata artêşa Tirk a dagirker
Li Zirganê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di bomberdûmanan de gelek cih hilweşandin. Va ye dîmenên texrîbatan. -
Êrîşên dagirkeran didome
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji duh ve êrîşî Zirgan-Ebû Rasina Serêkaniyê û Til Temirê dikin. Dagirkeran li vê derê derbên giran xwarin. -
Dîmenên îmhakirina wesayîta leşkerî ya li Babil Xêrê
Li Babil Xêrê wesatîyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê QSD’ê hate îmhakirin. -
SÎHA’yên Tirkan li leşkerên rejîmê dan: 7 leşker birîndar bûn
SÎHA’yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Bal El Xêr ê Zirganê li leşkerên rejîma Sûriyeyê dan. 7 leşker birîndar bûn. -
Xelkê Efrînê li Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Gelê Efrîn û Şehbayê li Navçeya Fafînê êrîşên dewleta Tirk bi meşekê şermezar kirin. -
Dagirkeran derbên giran xwarin: Herî kêm 37 dagirker hatin kuştin
Hêzên dagirker ên Tirk ji şeva borî li herêma Serêkaniyê êrîşî gelek cihan dike. Hate diyarkirin ku li ser xeta Babil Xêr û Til Diyabê herî kêm 37 dagirker hatine kuştin, 3 panzêr hatine îmhakirin û derb li 11 wesayîtên leşkerî jî hatiye xistin. -
Nasnameya 12 şehîdên QSD’ê hatin eşkerekirin
QSD’ê nasnameya 12 şervanên xwe eşkere kir yên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şehîd bûn. -
Dagirkeran dîsa êrîş anîn, li 3 gundan şerê giran
Dewleta Tirk û komên wan ên çete êrîşên giran birin ser gelek gundên Serêkaniyê. -
Li Serêkaniyê li gundekî herî kêm 7 dagirker hatin kuştin
Li gundê Dil Diyab ê Serêkaniyê ku bi hedefa êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan şerekî dijwar qewimî. Di şer de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 7 dagirker hatin kuştin. -
Dewleta Tirk êrîşî du gundan kir, şer diqewime
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ'ê û El Nûsrayê êrîşî du gundên Serêkaniyê kirin. Dagirkeran derbeke giran ji berxwedanê xwarin. -
Gelê Dirbêsiyê: Xak rûmet e, em ê xaka xwe bernedin!
Gelê Dirbêsiyê goti ew ji êrîşên dagirkeriya Tirk natirsin, xak rûmet e û heta hilma dawî li ber xwe bidin.. -
Li Dirbesiyê cenazeyên 3 şervanan hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê jiyana xwe ji dest dan li Dirbesiyê hatin veşartin. -
Li Zirganê herî kêm 22 çete hatin kuştin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan êrîşî Zirganê kirin. Hêzên QSD'ê bersiv dan êrîşê û di şer de herî kêm 22 çete hatin kuştin. -
Şêniyên Serêkaniyê: Çareserî yekîtî ye
Bi deh hezaran kesên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji Serêkaniyê koçber bibin, li Hesekê û bajarên derdora wê di nava şert û mercên giran de ne.