Şêniyên Efrînê li Şêrawayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên Efrînê yên li Şêrawayê bi cih bûne, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kirin ku wê berxwedana xwe bidomînin.

Şêniyên Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk ji cih û warên xwe koçberî Herêma Şehbayê û Gundên Şêrawa bûbûn, lê dewleta Tirk êrîşên xwe anî li ser Şêrawa û Şehbayê jî.

Şêniyên Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn û destnîşan kirin ku wê berxwedana xwe bidomînin.

Ji şêniyên Efrînê Heyat Deûd got, "Ji ber êrîşên dewleta Tirk yên hovane em bi darê zorê ji cih û warê xwe derketin, lê mixabin wan êrîşên xwe anî ser Şêrewa jî û êrîşî Girê Spî û Serê Kaniyê dike. Lê belê tu carî em van êrîşan qebûl nakin û em dest ji axa xwe bernadin. Em ê axa xwe biparêzin û berxwedana xwe bidomînin. Em ti carî serê xwe ji dijmin re natewînin. Dijmin dixwaze me ji xaka me derbixîne û vê deverê jî mîna Efrînê dagir bike. Lê belê em ê ti carî teslîmkariyê qebûl nekin û em ê li ber xwe bidin. Heta yek ji me bimîne wê berxwedan bidome."

Di aliyekî din de Şukrî Hac Şêxo ya ji Gundê Kurzêlê li Şêrewa bi cih bûye axivî û got;

‘Armanca Erdogan qirkirina gelê Kurd e û komploya li ser Rêber Ocalan e. Erdogan êrîşî Şengalê, Kobanê û Efrînê kir. Erdogan dixwaze wekî Osmaniyan, Rojhilata Navîn gişî bide ber xwe. Lê em gelê Kurd in, em gelê Arî ne. Wê Erdogan tu carî negihêje armanca xwe. Em ê dagirkeriyê têk bibin û em ê vegerin ser axa xwe.”

Zeyneb Sîdo ya ji Efrînê jî axivî û got, “Ez dixwazim dewleta Tirk dest ji me berde. Dewleta Tirk em ji Efrînê derxistin niha jî dixwazin me ji Şêrewa jî derbixînin. Em ji tank û topên wan natirsin. Bila dewleta Tirk ji nav axa me derkeve.”