Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo Cejna Qurbanê pîroz kir

QSD’ê Ji bo bi artêşa Sûriyeyê re şertê muzakere û xweser pêşkêş kir

QSD a bersiv da banga Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ku hêzên QSD’ê tevlî artêşa Sûriye bibe, şertê ku peymaneke siyasî ya daxwazên gel pêk bê û QSD di nava artêşê de xweser bibe pêşkêş kir.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê îro daxuyaniyek da û daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir ku ji bo berxwedana li dijî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.

Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya QSD’ê daxuyaniyek da û got: "Fermendariya Giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk em piştgiriyê didin hemû xebatên parastina yekîtiya Sûriyê û şikandina êrişên Tirkiyê, yên li ser welat û gelê me. Helwesta me ji destpêkê ve diyar e. Divê yekrêziya refê ji bingeha çarseriyek siyasî ku bi taybetmendiya QSD û sazumaniya wê îtîraf dike destpê bike. Divê mekanîzmeyek rast ji bo ji nû ve avakirina sazumaniya saziya leşkerî ya Sûriyê di çarçoveya yekkirina kedan de were vedîtin.

Hêzên Sûriye Demokratîk li ber çavên cîhanê di dirêjahiya salên dewî de ji bo parastina Sûriyê û cîhanê şerê DAÎŞ`ê kir, xîlafeta wê ya li Sûriyê û cîhanê hilweşandin. Ew lehengên ku layîqî pesindayîn û xelatkirinêne ne bi hewcedariya zelalkirina rewşên wan û merasîmê efûkirinê ne, ku derheqê sûcdar û terorîstan de derdikeve.

Hêzên Sûriyê Demokratîk leşker in û li gorî sazumiyekê hatine birêxistinkirin. Em zimanê muxatebgirtina Wezareta Parastinê ya Sûriyê wan endaman bi tundî red dikin.

Li şûna ku wezaretê ew endam muxateb girtin diviyabû fermendariya giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk bi niyeta vekirina deriyê diyalogê muxateb girtiba."