Asûrên ji Til Temir: Em naxwazin careke din koç bikin

Asûrên ku piştî Qetlîama Seyfo ya Osmaniyan koçî herêma Til Temirê kiribûn, niha jî qetlîamên Neo-Osmaniyan li ser wan tê kirin.

Yek ji cihê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe zêde dike jî bajarê Til Temirê ye yê ku Asûr, Ereb û Kurd lê dijîn.

Çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2015’an de li ser xeta Xabûrê êrîşî gelek gundên Til Temirê kiribû û gelek kes qetil kiribû. Bi mudaxeleya şervanên YPG û YPJ’ê êrîşên çeteyan hatibûn şikandin û gelê Asûr ji qetlîamê hatibûn rizgarkirin.

Ji Til Temirê heta Hesekê li seranserî Çiyayê Kizwanê (Abdulazîz) 33 gundên Asûran hene. Piştî êrîşên wê demê Asûr neçar man ku koçî herêmên cihê bikin. Piştî ku QSD’ê derbên giran li DAÎŞ’ê da, gelek Asûr vegeriyan gundên xwe.

PIŞTÎ QETLÎAMA OSMANIYAN KOÇ KIRIBÛN

Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê careke din li ser Asûran gef tê kirin. Gelê Asûr diyar dikin ku êrîşê dagirker ên dewleta Tirk îstîkrara li herêmê xerab dike.

Jina Asûr a bi navê Jûlîet Gîvarkîs a ji gundê Til Rûmanê diyar dike ku beşeke zêde ya Asûran ji ber qetlîamên Osmaniyan reviyane û hatine herêmê.

Gîvarkîs got ku “Li vê herêmê li ser xeta Xabûrê 33 gundên Asûran hene. Beşeke zêde ya Asûran di serê sedsala 20’an de ji aliyê Bakur hatin. Di sala 2015’an de dema DAÎŞ’ê êrîşî gundên me kir, gelek Asûr hatin qetilkirin û revandin. Ji ber vê gelê Asûr koç kir. Ez bi xwe jî min koç kir û ez salekê li Hesekê mam. Li herêma me îstîkrar çedibû, gel hêdî hêdî vedigeriya. Gelê me yê ku koçî Libnanê kiribûn ew jî vegeriyan. Lê niha êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê dest pê kir. Em van êrîş û dagirkeriyê qebûl nakin. Dewleta Tirk dibêje ez ê van deran azad bikim? Gelo wê kê azad bikin? Jixwe em azad in. Ez bangî Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan dikim. Bila vê dagirkeriyê bidin sekinandin. Me heta niha 9 caran koç kir, em ê hê çiqasî koç bikin? Em aştiyê dixwazin. Em gelên herêmê, em hemû yek in.”