Nûçeya Lezgîn: Li Îmraliyê hevdîtinên bi wesîleya cejnê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Cûma li Til Hemîs hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Fewaz Cûma ku di êrîşa dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, li Til Hemîsê bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û hêzên leşkerî cenazeya şervanê QSD`ê Fewaz Cûma (Şakir Hesekê) yê ku di 26`ê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd bûbû veşartin.

Merasîm bi beşdariya sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hisên Ezam bi rê ve çû. Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hisên Ezam axivî û got, li dijî tank, panzêr û balafirên artêşa Tirk QSD`ê û gelên herêmê parastina xak û rûmeta welat kirin û dê bikin.

Ezam têkildarî îdîayên Erdogan de got, bila her kes bizanibe, ku guleya yekemîn Erdogan li dijî bajarê Qamişlo avêt, bû sedema şehîdbûna sivîlekî ji pêkhateya Suryan. Her wiha nîvê şehîdên bajarê Girê Spî ji pêkhateya Ereb bû.

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Zagonsaz diyar kir ku bi saya yekîtiya gelên herêmê, Kobanê û bajarên din dawî li talankeran anîn, wê li vir jî têk bibin.

Yek ji fermandariya têkiliyên QSD`ê yê li navçeya Til Hemîsê Hec Ehmed El-Keyret axivî û got: “ Bila her kes bizanibe ku ne me şer hilbijartiye, lê belê em parastina nirx, azadî û rûmeta xwe dikin.

Piştre jî hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan şaxê Til Hemîsê Ehmed Abawî nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiyê de, cenaze di nava dirûşama "Şehîd namirin" de hate veşartin.