Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo cejna Qurbanê ya 'bê qurbanî' pîroz kir

Şêniyên Kobanê: Ji bilî şervanên xwe em ji kesî bawer nakin

Şêniyên Kobanê der barê êrîşên dagirkeriyê axivîn û gotin, "Ji bilî şervanên xwe em ji kesî bawer nakin." Li gorî şêniyên Kobanê aqûbeta Erdogan wê mîna ya Saddam Huseyîn be.

Dewleta Tirk a dagirker ji 9'ê Cotmehê ve tevî çeteyên xwe êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Şêniyên Kobanê êrîşên dagirkeriyê ji ANF'ê re nirxandin.

'ÇARENÛSA WÎ WÊ MÎNA YA SADDAM BE'

Mihemed Mehmud tekez kir ku çawa çawa Sedam Hisên hat kuştin wê dawiya Erdogan jî weke wî be: “Ji derveyî hêza şervanên me, baweriya me bi hêza tu kesê din nayê. Heta niha Emerîka digot em ê bi were alîkar bin û we biparêzin. Niha jî Rusya heman tiştan dibêje, lê baweriya me bi tu hêzek desthiladar nayê. Ji ber her kes li gorî menfîetên xwe nêzî me dibe. Çawa Sedam Huseyîn bi destê dewlet netewan mezin bû û Kurd di komkujiyan re derbas kirin îro jî Erdogan bi destê wan tê mezin kirin û dibe qatîlê gelê Kurd. Kesên ku Sedam mezin kirin û kuştin heman kes bûn. Kesên ku Erdogan mezin dikin û kesên ku wê wî bikujin jî heman kes bin.”

'DEWLETA TIRK HEMÛ PÎVAN BINPÊ KIRIYE'

Mihemd wiha axaftina xwe berdewam kir: “Gelo Kurdan bi dewleta Tirk çi kiriye. Yê ku li ser vê axê bimîne em in ne dewleta Tirk e. Lê wê dawiya Erdogan li ser destê me Kurdan be. Erdogan di destên dewletan de bûye weke lîstoka zarokan, her car gefên xwe li cihekî dixwe. Dewleta Tirk gelek komkujî di derheqê Kurd, Ereb û Ermenan de pêk anî. Di zagonan de nabe ku tu kes êrîşî ambulans bike û çekên qedexekirî bi kar bîne, lê dewleta Tirk hemî sînor bin pêkirine. Li Serê Kaniyê çekên qedexekirî bikar anîn gelek zarok bedena wan şewitî û hemşîre li Serê Kaniyê û belda Silok ya girê dayî Girê Spî hatin hedefkirin û yên ku ketin destê wan bi awayek hovane qetilkirin.”

'XEYALÊN OSMANIYAN WÊ DI DEMEKE NÊZ DE HILWEŞIN'

Mihemd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk dibêje ez ê herêmeke bi ewle ava bikim. Bila herêma ewle di bajarê xwe de ava bike. Rojê bi dehan jin û zarok rastî tecawizkirin û qetilkirinê tên. Çima ewlehiyê ji van re çê nake? Hemî dewleta li ser Rojava bazarê dikin, her kes li gorî berjiwendiyên xwe bazara xwe dikin û li ser pişta me Kurdan kar û xwebatên xwe dimeşînin. Hilweşandina dewleta Osmaniyan nêzik maye.”

'PÊWÎSTE ÊRÎŞ BÊN ASTENGKIRIN'

Ciwanê bi navê Omer Şêx Ehmed jî axivî û got: “Em ji ber balafirên dewleta Tirk û çeteyên girê dayî wî OSO neçarman ku ji gundên xwe derkevin. Ev bû du carin dewleta Tirk çeteyên xwe derbasî nava axa me dike. Du carin em koçber dibin pîr û kalên astengdar perîşan bûne. Hemû dewlet li ser me bazarên xwe dikin û dewlet-netew gelê vê herêmê û axa wê ji xwe re li gorî menfîetên xwe difroşin hevdu. Em bûne lîstokên di destên wan de. Em weke her kesî dixwezin jiyaneke ewle û aram bijîn. Dewleta Tirk çekên qedexekirî li ser me bi karî tîne û hemû dewletên NATO'yê çavên xwe ji vê yekê re girtine. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê axa xwe biparêzin û xwdî li rumeta xwe derkevin.”