Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo Cejna Qurbanê pîroz kir

Şêniyên Serêkaniyê: Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin

Şêniyên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete neçar man warê xwe biterikînin gotin, "Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û xaka xwe rizgar bikin."

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bi sedan malbat neçar man ji Serêkaniyê koç bikin û niha li Hesekê, Til Temirê, bajar û navçeyên derdorê li dibistanan dimînin.

'DYE'YÊ BINGEH JI ÊRÎŞAN RE AMADE KIR'

Sebah Mihemed ê ji Serêkaniyê ku ji ber êrîşan koçî Til Temirê kir got, "Emerîka destpêkê li herêmê bi cih bû, piştre bi Erdogan re li hev kir û deverên ku lê bû terikand. Bi balafirên şer û topan bombe li sivîlan hatin barandin. Ne tenê Kurd her wiha Suryan, Ermen û Ereb jî hatin qetilkirin. Sivîl hatin qetilkirin. Çekên kîmyewî jî di nav de her şêwe çek bi kar anîn."

'LI HERÊMA ME TIŞTEKÎ ERDOGAN NÎNE'

Bi domdarî got, "Li herêma me tiştekî Erdogan nîne. Erdogan bi çeteyên xwe êrîşî me kir. Malên me şewitandin, talankirin. Em jî neçar man warê xwe biterikînin. Niha em li dibistanan dimînin. Ji zivistnaê re kêm maye em nizanin ku em ê çi bikin."

'EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN'

Sebah Mihemed destnîşan kir ku ji bilî QSD'ê ew ti hêzê li xaka xwe qebûl nakin û got, "Ji bilî hêzên me yên Kurd em ti hêzê qebûl nakin. Em ê xaka xwe ji kesî re nehêlin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê dest ji Serêkaniyê bernedin, em ê li ber xwe bidin. Em ê herêmê ji çeteyên Erdogan paqij bikin. Em li pişt şervanên QSD'ê ne. Em zarokên xwe jî di vê oxirê de mezin dikin."

'XIYANET HATE PLANKIRIN'

Siphî Tirkî Xêlo jî got, "Me xaka xwe ji kesî re nehişt, ne ji Erdogan ne ji dewletên din ne jî ji kesekî din. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin. Li ser xwîna Kurdan planên xiyanetê kirin. Dixwazin Kurdan tine bikin. Em ê heta dawiyê Serêkaniyê ji kesî re nehêlin. Ji bo parastina xaka xwe em amade ne her tiştî bikin."

'HÊZÊN DERVE HERÊMÊ TEVLÎHEV DIKIN'

Ehmed Elî Sefî jî got, "Erdogan 3 sal in ji bo êrîşî Serêkaniyê bike gefan dixwe. Bêyî li zarok û jinan bifikre êrîşî sivîlan kir. Kes wê xaka xwe ji wan re nehêle. Lê belê tenê dikarin bi balafirên şer û teknîkê şer bikin. Dewletên derve li herêmê tevlîheviyê dikin. Plan dikin ku QSD'ê ji herêmê derxînin û bi xwe lê bi cih bbin. Çeteyên DAÎŞ û El Nûsra yên ber bi herêmê ve hatin dehfdan malên gel talan dikin. Em ê xaka xwe ji kesî re nehêlin. Ji bilî QSD'ê em kesî li xaka xwe naxwazin."