Dagirkeran li Zirganê sivîlek qetil kirin

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundekî navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kirin û dayikek qetil kirin û herî kêm 5 kes birîndar kirin.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ û El Nûsrayê êrîşî gundê Til Werd ê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kirin.

Ji ber êrîşê dayikek hate qetilkirin û 5 sivîl jî birîndar bûn. Sivîl dema ku hewl didan ji gund derkevin careke din bûn hedefa êrîşê. Hate ragihandin ku gelek sivîl birîndar bûn.

Ji ber topbarana bi obus û hawanan sivîl nikarin ji herêmê derkevin û metirsî der barê jiyana wan de heye.