Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Tirkan du leşkerên din ên rejîmê birîndar kirin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Zirganê ya Serêkaniyê du leşkerên rejîmê birîndar kirin. Her wiha gelek gund jî hatin bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li navçeya Zirganê ya Serêkaniyê êrîşî leşkerên rejîma Sûriyeyê kirin.

Ji ber êrîşê leşkerên Sûriyeyê Mûstafa Zekeriya Faîk Şêx Alî û Enver Salih Xelef birîndar bûn. Birîndar rakirin Til Temirê.

Dewleta Tirk a dagirker Sêşemê jî herî kêm 6 leşkerên Sûriyeyê kuştibû. Yek ji wan leşkeran jî bi rengekî hovane hatibû înfazkirin. Dewleta Tirk her wiha eşkere kiribû ku 18 leşkerên Sûriyeyê jî di destê wan de ne.

BOMBE LI DU GUNDAN HATIN BARANDIN

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî barandin.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete bombeyan li gundê Bîr Zîna dibarînin ku bi 25 kîlometreyan li başûrê Girê Spî ye. Hate ragihandin ku li gund sivîl hene. Der barê êrîşê agahiyên berfireh nehatin wergirtin.

Li navçeya Zirgan a Serêkaniyê gund Til Werd bi hawan û topan hatin bombekirin.