Şehîd Ehmed û Xelîl spartin axê
Şehîd Şevger Ehmed û Zekeriya Xelîl li Qamişlo bi merasîmekê spartin axê. Di merasîmê de peyama ‘Roj roja serî rakirina li dijî dagirkeriya Tirk e’ hate dayîn.
Şehîd Şevger Ehmed û Zekeriya Xelîl li Qamişlo bi merasîmekê spartin axê. Di merasîmê de peyama ‘Roj roja serî rakirina li dijî dagirkeriya Tirk e’ hate dayîn.
Welatiyên li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê kom bûn cenazeyê Şevger Ehmed (Siyamend Qamişlo( yê 27’ê Cotmehê li navçeya Zirgan û endamê Ekra Xweparastinê Zekeriyaa Xelîl ê 26’ê Cotmehê li Qamişlo şehîd bûbûn girtin û ber bi Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.
Di merasîmê de Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Cîger axivî û got: “Roj roja berxwedanê ye. Roj roja serî rakirina li dijî dîktagor û dagirkeriya dewleta Tirk e. Em rûniştina ku nûnertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake qebûl nakin.”
Birayê şehîd Şevger Kanîwar Ehmed jî mafê axaftinê girt û anî ziman, ji bo Rojava amade ye ku canê xwe feda bikin.
Piştî axaftinan û şûnde endama Meclîsa Malbatê Şehîdan Revîn Şêxmûs nasnameya şervana YPJ’ê Sîma Al Sodî (Dilvîn Qamişlo) a 11’ê Cotmehê di şer li Serêkaniyê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê El Nûsra/OSO’yê de şehîd bûbû, eşkere kir.
Piştre jî nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.