Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin

Hezaran şêniyên herêma Dêrikê û gundewarên wê cenazeyê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana şehîd Xebat a Dêrikê bi merasîmeke bi heybet veşartin.

Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê berê xwe dan nexweşxaneya şehîd Hogir da ku cenazeyê şehîd Hacî Kortiş (Zana Amed), Zûbêr Bokar (Mehrem Ferhad), Şiyar Lewend (Şervan Gabar), Merizyar Mîran (Deniz), Rojîn Ebdilqadir (Mêdiya Şoreşger) û Fatime Dalman (Nohal) ku di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê û Girê Spî şehîd bûne werbigrin.

Şêniyan piştî ku cenaze wergirtin, berê xwe da Goristana Şehîd Xebat.

Li gorsitanê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre jî endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdullah axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest.

Asya got: "Komîteya destûrê ku civîna xwe li Cenevreyê lidar dixin, nûnertiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake û çarenûsa wê binketin e. Ji ber pêkhate û gelê herêmê jê hatine dûrxistin, ji ber kesên beşdarî komîteya destûrê bûne nûnertiya gelê Sûriyê nakin, taybet dewleta Tirk ku gelek herêmên Sûriyê dagir dike."

Asya Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku desteka QSD`ê bikin û tekoşîna xwe li dijî dagirkeriya Tirk dewam bikin.

Piştî axaftinan û şûnde jî nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her wiha nasnameya 5 şehîdên din ên bi navê Asra Arşemîd (Denîz), Fadil Mîran, Sewsen Yûksel (Nergiz), Rêzan Hilalî (Demhat Kara) û Mihemed Murad (Dilgeş Çîlo) hatin eşkerekirin.

Di nav têlîliyên dayikan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê şehîd hatin veşartin.