YRD: Kedkarê Çapemeniya Azad Erdemcî şehîd bûye

YRD’ê ragihand ku kedkarê Çapemeniya Azad Vedat Erdemcî di êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ya li Serêkaniyê de şehîd bûye.

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku xebatkarê çapemeniya Azad Vedat Erdemcî şehîd bûye.

YRD, têkildarî Erdemcî yê ku nû zelal bûye şehîd ketiye daxuyaniyek da ev got:

“Hevrêyê me Vedat Erdemcî yê di demên dirêj di nva saziyên cuda yên Çapemeniya Azad de kar kiriye, dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi belge bike û nîşanî cîhanê bide li Serêkaniyê tevlî karwanê şehîdên Çapemeniya Azad dibe.

Xebatkarên Çapemeniya Azad ên tevî hemû zext û zilmê ji rastiya çapemeniya azad û ji rastiyê venegariyayî, li ser rêya heqîqet û ronahiyê çûne, her demê bûne hedefa dagirker û hevkarên wê.

Hevrêyê me Vedat Erdemcî dema kevneşopiya çapemeniya azad a ji Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Deniz Firat, Nûjiyan Erhatn, Dilîşan Îbîş û Rizgar Adanmiş dewir girtî, 11’ê Cotmehê di êrîşên dewleta Tirk ên esmanî ya li Serêkaniyê de şehîd bûye.

‘BIRAYÊ WÎ JÎ LI DIJÎ DAÎŞ’Ê ŞER KIR Û ŞEHÎD BÛBÛ’

Sala 2015’an birayekî hevrêyê me Vedat Erdemcî dema li Serêkaniyê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kiribû, di bersivdayina êrîşan de şehîd bûbû. Hevrêyê me Vedat Erdemcî jî di êrîşeke esmanî ya 11’ê Cotmeha 2019’an a li ser Serêkaniyê de tevlî karwanê şehîdan dibe.

‘JI BO RASTIYAN NÎŞANÎ CÎHANÊ BIDIN..’

Hevrêyê me Vedat Erdemcî herî dawî li ser zarokên Êzidî yên li Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji destê DAÎŞ’ê hatibû rizgarkirin, dixwest belgefilmek amade bike, bi destpêkirina êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava re bi kamereya xwe ji bo rastiyan ji cîhanê re nîşan bide, dest bi xebatê çapemeniyê kir.

Em Yekîtiya Ragihandina Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRD) Vedat Eredemcî û kekdarên çapemeniyê Saed Şêxmûs Ehmed, Mihemed Hesen Reşîd û Dilovan ên berî wî du rojan di êrîşa dagirkeran a li Serêkaniyê ya li ser sivîlan de şehîd bûbûn jî bibîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin.”

Nasnameya şehîd wiha ye.

Nav û Paşnav: Vedat Erdemcî

Navê Dayik: Remziye

Navê Bav: Fatîh

Dîroka Jidayikbûnê: 18/8/1992

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 11’ê Cotmeha 2019’an